Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di sikretê de revîna kêçan ji laşê mirîyan] de;

1. Min ewqas sal çêçik û çukan xwedî kirin û gelek ji wan bêxwedîka li ber destên min rihê xwe didan û ew laş di nav lepên min de sar dibû, goştê wan diqerimî û talî dibûn wek qaqilkek vala ku tucar meriv bîr nedibû ko bi wextekê ew jî zindî bûn diçêrîyan, xof dikirin, şa dibûn, aciz dibûn û şer dikirin...
Nexasim, bi hiş û fêhmê zarokatî aqlên min jê nedibir. nihaka dikarim bêjim yeka gihaştî me bes dema laşekî mirî dibînim ev raman wek bizmar di serê min de radibin.

Lê tiştên ku ez dixwazim li ser bisekinim ne ew e ku dema giyan difire qewlikek xalî li dûv xwe dihêle. Jixwe em hemu vê yekê dizanin.
Lê her car gava çêçikên min yan çukên min dimirîyan, di sikretê de berî mirina çukên reben, çiqas kêç û spî di laşê wan de heba, hemû direvîyan.
bi dilê çukanî û safî tirsek diket giyana min û dicirîfîm, pê dihesîyam ku ev rewşek ne ji rêzê ye...
Nîşe:
Gava ajalek di laşê wî de kêç hebe, gelek zehmet e ku hûn kêçên wî bineqînin lê gava ew ajal dikeve ber mirinê teqez ew kêç laşê reben diterikînin.



27.10.2021 18:26 ~18:29 | pîroz