Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kajav] de;

22. Nivîskarek Carbekirî û Dimilî ye. Hem zimanê dimilkî baş dizane û xweş diaxive hem jî camêr xwe li ber fêrbûna Kurmacî jî rakirîye û îro ji gelek Kurmancan zêdetir dikari hem Kurmancî biaxive hem jî binivîse.
Şîrovên xwe yî li ser tora civakî piranî bi Kurmancî datîne, gava Zazakî dinivîse zêde jê fêhm nakim lê kêfa min tê. Carekê şîrovek xwe bi sê zimanî parve kiribû: Kurmancî, zazakî û Tirkî... Nexasim yekî jêhatî ye. (bnr: te ji me re ziman nehişt malnexerab)
Wekî din, li ser Kurdbûnê wek rêberek dixebite. Çawa yekî bibîne ku daxwaza wî/wê heye xwe li ser ziman pêş bixe, wê çaxê ji çepilkê wan digire û davêje tirşikê. Bi awayî çend nivîskarên hêja bi xêra wî îro bi peyamên têr û tije rûpelê dixemilînin.
Xwedê wî bihêle û keda wî tucar neşike...



01.09.2021 23:51 ~23:54 | pîroz