Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zewaca bi jinbira xwe re] de;

14. Pîrka minî mezin, asas pîrka dîya min qasî ko dîya min serpêhatîya wê ji min re gotîye, bi darê zorê vê zewacê kirîye. Feqîrê dûv ko mêrê wê ji leşkerîyê tê ku xortek 20-25 salîye, gava di nav civatê de ye hengî xelk pesnê wî û bedewbûna wî, mêrxasîya wî didin, çavînî dikin ko zilam ji nivşekê krîz derbas diki û dimire.
Bûyerek gelekî trajîk e pîrka min di ciwantîya xwe de bi zaroka xwe yî di pêçek re ye bêmêr dimîne. Çiqas ne bi dilê pîrê jî be Mezinên malê jî dikin ko jinik tîye xwe bike. Tî ji, camêr ji yekî hez dike lê ji ber ko ber birazîyên xwe dikeve ku sêwî mane, diçe jinbira xwe tîne. Dîsa ne camêr tu tamê ji xwe dike ne jî pîrê distire.
Rojkê pevçûnek li nav gûndîyên me derdikeve û yek xwe davêji li ser bextê apê mezin û ew jî dibêje ser çavan. Lê mixabin, dujminên wî ji ber ko apo ew radestî gûndîya nake, di nav pevçûnê de tê kûştin. îca pîrê cara 2 wa li rasta dimîne.

Bi rastî jî serpêhatîyek gelekî bi sot e ku meriv carnan li ser dihizire dibêje mirovên berê ji destê hev zêde teda û zilm xwarine.
Edît:
Ji bo rastnivîsê



16.05.2021 21:17 ~2021.05.17 00:51 | pîroz