Tirşik - Profîl
tirşik-profîla berbest

profîla "berbest"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [github] de;

1. github.com Platformeke "developer"an e ku wekî depoya nivîsbariyê tê bikaranîn her wiha li ser projeyekê wekî tîm hûn dikarin bixebitin.Ji bo versiyonkirinê nivîsbariya git'ê tê bikaranîn (git û github tiştên ji hev cida ne git nivîsbariya versiyonkirinê ye github depoya nivîsbaran e).Projeyên we di her "commit"ê de tê versiyonkirin we kengê bivê hûn dikarin paşve yan jî pêşve biçin ser versiyonên projeya xwe.Projeyek bi "branch"an ji aliyê gelek kesan ve dikare bê pêşve birin her yek dikare li ser modula xwe bixebite ku bi vê jî ew kes tesîrê li gelemperiya projeyê nakin. Projeyek dema tê nivîsîn gelek kes wekî copy, copy dawî, copy dawiya dawî binav dike û kod tevlîhev dibin. versiyonkirina githubê van tevlîheviya ji holê radike. Gelek projeyên opensource li ser githubê tê weşandin ji her derê cihanê mirov dikarin çavkaniya koda projeyê bibînin û alikariyê bidin.Mînak hûn dikarin çavkaniya projeyên VLC PLAYER û chromiumê li ser githubê bibînin.Projeyên hûn li ser guthubê biweşînin public e yanî ji herkesî re vekiriye ji bo projeyên private/taybet divê hûn hinek pere bidin. Hekî we projeyeke hûn naxwazin kes bibîne hebe hûn dikarin bitbucket.comê bikarbînin ku ew jî wekî githubê teknolojiya gitê bikartîne û projeyên private/taybet bê pere dikare bê vekirin.



28.07.2020 20:28 ~20:30 | berbest