Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keyomerd

profîla "keyomerd"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tirkmancî] de;

54. ne hew bikaranîna peyvên turkî ye lê bikaranîna vaca turkiyê ye jî. ji devla em peyvên fizûlî darêjin divê pêşî em zimanê xwe ji biwêjên vacturkî pak biken. çend mînak û awayên rast:
• lê gerîn - telefon kirin: lê gerîn tenê li bakurî bi kar tê parçeyên din dibêjin telefon kirin. mixabin me ev bikaranîne ji turkiyê wergirtiye.
• xwedî derketin - xwe lê xwedî kirin: ji vê ne piştrast im reng e xwedî derketin jî dirust be.
• xwe hest kirin - hest kirin: bo nimûne dibêjin xwe baş hest dikim, eve rasterast ji turkiyê werger e. pê navêt tu xwe hest bikî tenê hest bike bes e.
• derketin - hilkişîn: bi wateya "bi derenceyê berev jor çûn"ê, hin kes dibêjin "ez ê derkevim jor", awayê rast wa ye: "ez ê hilkişim jor")
• girtin, hatin girtin, vekirin, vebûn - vemirandin, vemirîn, vêxistin, vêketin: ji bo tiştên elektronîk yên rastê dirusttir in û bi hişê kurmanciyê ne.
• qisûrê nerîn - lê borîn, bexşandin

niha ewqas hatin hişê min eger wun jî bizanin ji kerema xwe binivîsin da em jî sûdê jê wergirin.



05.09.2021 00:48 | keyomerd