Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keyomerd

profîla "keyomerd"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kajav] de;

12. nivîskarê ku îro min ew bi tesadûfeke nuwaze dît û roja min pê geş bû * telefona wî li ba min hebû lê me hîç rûbirû hev nedîtibû. ez ê ji qoserê biçûma mêrdînê û li rawestgehê bende bûm. yek hat û ji min re pirsî erebeya mêrdînê ji vir diçe min jî got belê. dûre min di hişê xwe de got yaw ev dişibe kajavî. ew jî di heman gumanê de bû: gelo ev ne keyomerd be? dûre min lê nerî telefona xwe bir ber guhê xwe û telefona min lê ket. kajav digeriya * piştî vê kêliyê em her du jî tê gihiştin ku ez keyomerd im û ew kajav e. piştî wê em bi hev re çûn mêrdînê û em peyivîn. qaşo ez hatibûm mêrdînê ku biçûma ba hevalekî xwe yê ereb, lê min got ji devla ez biçim ba wî û tirkî bipeyivim, li ba kajavî bimînim û kurdî bipeyivim. mirovekî gelek hêja ye, ez vexwendim mala xwe jî. em bîstekê li mala wî jî rûniştin. û ez fêr bûm ku xabûrî jî pê re dijî lê wê kêliyê ne li malê bû. xwezî min ew jî binasiya. divê ez rojeke din werim û li mala we bimînim ha va ez ji we re dibêjim *



18.12.2020 17:57 ~20:45 | keyomerd