Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keyomerd

profîla "keyomerd"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xeyalên tirşikvanan] de;

35. min gelek dixwast niha li zankoya rojavayê bixwînim lê îhtîmaleka gelek gelek dûr e. heya di xewnên xwe de ez dibînim ku li rojavayê me. carekê min dît di navbera qoser û qamişloyê sînor tune bû. ez bi peya diçûm qamişloyê û vedigeriyam. ti carî ez ewqas dilşa nebûbûm. lê piştî şiyarbûnê (bnr: disappointment) :(



25.01.2021 19:44 | keyomerd

32. dixwazim nivîsbarî bixwînim û bername û sepanên kurdî çêkim, di serî de jî ya tirşikê. dûre dixwazim biçim başûr û di bin ala xwe de û bi zimanê xwe re bijîm.



07.11.2020 21:36 | keyomerd