Tirşik - Profîl
tirşik-profîla lewendî

profîla "lewendî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kontraksîyonên kurmancî] de;

1. Kontraksîyonên ku meraq dikim ji bo standartîzasyona wan tu xebat heyi ya tuneyi?

Di îngîlîzî de şûna "I am", "I'm" tê bikar anîn li şûna "can not" jî "can't" tê bikar anin.

Ji bo kurmancî jî hinek mînak bidim:

"Ez jî werê difikirim"

"E'jî werê difikirim"

Em dikarin hîn jî kurt bikin.

E'j wer difikirim ( kurtkirina werê=>wer nabe kontraksîyon. Ji bo kontraksîyon dibê herî kêm du peyv hebi)

Mînakek din:

"Min ji te re gotîbû"

"Mijter gotibû" ( îja em 4 peyv kirin peyvek)

Dikarim mînakên din jî bidim lê nehewceye e'dibêm we fêm kir. Min heta niha nivîsên kurmancî'd tiştekî wer nedît û ji ber ku ev taybetî tirkî de tuneyi bala zimannasên me jî nakşîni.

Ez zanim hûnê reşşika bidin mi çimkî ez ne zimannasek mirî me(⁠✿⁠^⁠‿⁠^⁠)



08.12.2022 13:16 | lewendî