Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bargiranewe aeth.

profîla "bargiranewe aeth."


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [strana gelerî ya herî kevn] de;

5. Bi min "şemîranê" ye.Navê Bajarê Wanê berê Şamîrangerd(Şemîranava/Şemîranabad) bûye. Dîroka Şemîranê diçe heta Semîramîs a Keybanûya Asûriyan. Diçe Wanê dagir dike û hesreta welatê xwe dike.Û rêya vegerînê de Girê Wanê dibîne û dibêje. Li ser vê girê Kelhek ava bikin û derdora vê jî bikin bajarekî. çimkî ev der pirr dişibe bajarên asûrîyan.Hesreta mala bavê xwe dikşîne loma Bajarê Wanê ava dike. Stranê de jî behsa wê dikin.
Şemîranê lê Şemîranê
Mala Bavê lê Şemîranê
Me co kêşa lê Behra Wanê
Mala Babê lê Şemîranê
Sê sed pale lê wê berdanê
Mala babê lê Şemîranê
Her palekê lê sed zêr danê
Mala Bavê lê Şemîranê
Me sed pale lê wê berdanê
Mala Bavê Lê Şemîranê
Her palekê lê sed zêr danê
Mala babê lê Şemîranê



01.06.2020 18:36 | bargiranewe aeth.