Tirşik - Profîl
tirşik-profîla sitî cp

profîla "sitî cp"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sofîst] de;

2. nehatiye gotin lê ev peyama yûsiv sofîst/131026 ji felsefe amadeyî 2 (Saziya Minhacan) hatiye copy-paste-kirin û lihevanîn. dewama gotarê ev e:

Di sedsala pêncan de, li Yûnanistanê , guherînên ramyarî yên girîng çêbûn. Di aliyê ramyarî û aborî de, pêvajoyeke nû dest pê kir. Bajardewletên (City state) Yûnanistanê, derbasî demoqrasiyê bûbûn û ji bo srerastkirin û birêvebirina demoqrasiyê, mirovên jîr û perwerdekirî pêwîst bûn. Ji ber vê sedemê, hinek hizirvan û mamoste li bajaran digeriyan û perwerde didan. Ji wan kesan re, sofîst dihat gotin. Wan kesan zanist ji wê çarçoveya teng derxistin û bi giştî belav kirin. Ji ber vê yekê, piştgirên zanista kevin li hember wan rabûn; bi nêrîna wan zanist tenê ji kesên paye bilind re ye. Di encamê de, felsefya sofîstan wiha derdikeve. Bê guman, erk û armanca sofîstan a despêkê girîng û hêja bû, ji ber zanîn bi pêş dixistin û ronî dikirin. Weke kesên niştîmanperwer, dihatin binavkirin û pejirandin. Lê piştre sofîstan zanîn firotin û berjewendîparêzî bi pêş xistin. Wan digotin: "Heger ji bo min baş be, rast e; heger ji bo min
xerab be, ne rast e." Nirxandin di vê çarçoveyê de, dihat kirin. Di nav sofîstên sereke yên Yûnanistana kevin de, Protagoras û Gorgiyas gelekî navdar bûn.



20.05.2021 15:18 | sitî cp