Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rozerinbitlisi

profîla "rozerinbitlisi"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gengeşeya di navbera dashnî murad û romî harkî de] de;

15. Min îsal Dashni Morad bi xêra tiwîtirê naskir. Ez mûzikên ku Dashni çêdike guhdar nakim ji ber ku ez ew cûre mûzik hes nakim. Lê dizanim ku Dashni jinek gelek zîrek e. Jibo mafê kurdan dixebite, aliyê penaberan dike. Bi kurtasi aktîvîstek hêja ye. Hewceya me bi jinên wek Dashni gelek heye. Em sibê heta êvarê bibêjin jin jiyan azadî jî heta ku ji vê hêşê rojhêlata navendî xelas nebin, nikarin çar bihust bi pêş ve biçin. Rast e kurd gelek teşqeleyan li paş xwe hêşt. Jinên kurd li hemû cihanê wekê şervanê azadîyê tên nasîn. Lê çima jin tenê wextê şer dike bi qîmet dibe? Di her xalê jiyanê da ku mafê jinê tinebî, çima ev qas kes dimirin?
Ev meseleya çar jin. Li başur rewş çawane baş nizanim lê li bakur hindik e bawerim. Rastê zewaca çar jinê nehatime lê kesên bi du jinî nas dikim. Mixabin civak ev tiştê normal dibînê. Hê ji vî jî kambaxtir zewicandina zarokên keç in. Ev xal di civaka kurd de gelek e. Zarokên 13-14 salî "didin" kerên 30-40 salî. Bi min ev kujeriyê xerabtir e. û min gelek büyerên tirajîk ditîye û bihîstîye. Hin çirok hen e tu dibêjî di filman an romanan de jî ev tişt nabe lê mixabin tên serê jinên me.
Em xwe nexapînin, em wiha demoqratikin, mafê jinan wiha ye nizam çi. Jinên me piranî nezanin, mêrên me piranî wek romî herkî ye. Nabêjim tev lê piranî. Dibe ku zilamên kurd hêrs bibin û bibêjim em ne wisan in. ê welle tenê jin dizanin jiyana wan çawa ye...



02.05.2020 12:10 | rozerinbitlisi