Tirşik - Profîl
tirşik-profîla doesntmatter

profîla "doesntmatter"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [the wire] de;

1. sala 2002-2008 ê bi organîzeya hbo produktor alî David simonê (polîsa berê) hatîye kişandin.
5 demsal 60 beşe, her beşek nêzikî demjimêreke.
rêzefîlmekî polîsîye ye, li baltimore-maryland ê derbas dibe
behsa tiryakîfiroşên organîze, firotinên maddeyên kêfdêr û bi van kêfdêra tax, kolanan vê bajarê çawa nav sûc û bûyerên dramatîkta dimîne bi profesyonelîya david Simon tê nîşandin.
bi saya trafîkê kêfdêrê sazûmana gelemperî çawa çilviran-dejenere dibe me nîşan dide
çend alîyê rêzefîlmê dişibe tarlabaşîyê îstenbolê, Kadifekaleya îzmirê. ji ber ku marylandê sedû nod xelqê reşşik dijîn û van semtên tirkîyê jî mixabin kurd dijîn
berdewam: serokê tiryakîfiroşên organîze wek kesên bê dilovan tên nîşan kirin, yên navdar: marlo stanfield, yewnanên marylandê, polakên marylandê û Avon barksdale
karakterên polês: cedric Daniels, kima greegs, Jimmy mcnulty, bunk moreland, rawls, bunny û Ervin burrell
karakterên din yên navdar: the greek, frank sabotka, Jay landsman, bubbles, Tommy carcetti( serokê şaredarî), Joe û clay Davis
demsala minê favorî a duyemîne.

pêşnîyar dikim? erê
nişe: bo mînakên tirkîye dilê xwe nekin ji ber ku ev rewşa me kurdên metropolêne, sûc ne ya me ye hema dîsa hinek jî em sûcdarin.. dont offense boyzzzz



2021.12.03-23:26 ~23:29]| doesntmatter