Tirşik - Profîl
tirşik-profîla doesntmatter

profîla "doesntmatter"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hêvî] de;

20. peyveke ku fîlma (bnr: the shawshank redemption)ê da bûye dîyalogek navbera red û andyê.
andy; dinyayêda bo bîrnekirina tiştên ku bi kevir nehatine çêkirin hene wek xêncî te kes nikare bigîhîje an jî destê xwe lêkin. ev tişta a te ye.
red; behsa çi dikî?
andy; hêvî
red; hêvî! te ra tiştekî bêjim hevalêm.
hêvî zehf bi tehlîkeye. hêvî dikare mirovek dîn bike û hindirê da jî (behsa hepsê dike) wateyaka vê tûne. xwe hînê vê bike.
andy; wek brooks ê?
red; (sandalyeyê radibe û diçe)


cîroka brooks; 50 sal hepsê dimîne û qet hêvîya wî tûne ku hepsê derkeve lê piştî 50 salî wî texlîye dikin. brooks wisa xwe hînî hepsê kirîye ku qet bawer nedikir derkeve û hêvîya wî jî tûne bû. lê dema derdikeve derve êdî nikare bijî û xwe darda dike.
wateya hêvî û cîroka brooks



nêzikê dawîya fîlmê jî red hepsê derdikeve û nota andy dibîne, andy nota xwe da vê nivîsîye;
bîr neke red hêvî tiştekî rinde, belkî her tiştî jî rindtire



18.07.2021 18:02 | doesntmatter

19. navê albûma (bnr: serhado) ye nû ye. serhado li vê albûmê 1ê pûşperê 2020 a parve kirîye. nav vê albûmê da 5 stran (kurdî-rap) heye.
nav vê albûmê da 2 stran zehf xweşa min çû
ev stranan > hêvî û ez heme.
albûm:





edît: parvekirina lînkê da problem hebû ji bo vê problemê min vê lînkê da.



26.06.2020 13:35 ~13:42 | doesntmatter