Tirşik - Profîl
tirşik-profîla berijahr

profîla "berijahr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dêra saint george] de;

1. Dêra Saint George li keleha hundirîn(içkale) ya Amedê ye. Li bakurê rojhilata sûran cih digire. Ji sedsala 4. an jî 5. maye. Ji kevirên bazalt hatiye çêkirin. Ji bo wê yekê pir qayîm e. Sutûnên wê ji mermerên mezin pêk tên.
dêr şeş goşeyî hatiye çêkirin. ji ber vê yekê jî berfirehiya wê zêde ye. Bi saya dirêjiya mermeran bilindiya wê jî zêde ye.
Li pêş hewşeke wê heye. Li hundir saloneke mezin heye ku cihê perestê bûye. Li kêlekên perestgehê cihên ayîna keşayan û psîkozan hene.
Di roja me de dêr wekî perestgehekê nayê bikaranîn. Salên domdirêj wekî perestgeh bi kar neanîne, ji bo vê jî nayê zanîn ku dêra Suryanan e an ya Ermenan e. Di van pazdeh salên dawî de hatiye restorekirin û aniha ji bo cihên hunerî tê bikaranîn. Li gel hazretî suleyman e. Li cem muzeyê ye. Ez ne şaş bim ji bo dîtina wê bilêt ango ticket hewce dike.
Wekî dêra keşayê reş ango kara papaz kilisesi jî tê zanîn.



23.09.2020 16:59 | berijahr