Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yûsiv

profîla "yûsiv"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [metaverse] de;

3. facebookê çend roj berê ragihand ku ew ê 10,000 kesan tenê ji bo Metaverse bixebitîne. Ev kes jî di heman demê de divê endezyarên astbilind bin. Û her wiha ne tenê Facebook, gelek şirketên mezin jî berê xwe didin Metaverse-ê. Ev metaverse-ê ku di devê her kesî de ye, di rastiyê de çi ye?

Ka em pêşî lê binêrin ku peyva metaverse ji ku tê. Peyva "metaverse" ji hevgirtina peyvên "meta" (bi wateya wêdetir) û "verse" (Gerdûn) pêk tê. Ev têgeh cara yekem di romana honaka zanistî ya neal stephenson a bi navê snow crash-ê de hatiye bikar anîn. Tê zanîn ku têgeha metaverse di gelek fîlim û lîstikên vîdyoyê de wek the matrix, pokemon go, minority report, ralph breaks the internet, black mirror de hatiye teswîr kirin.

Metaverse ku bi kurdî dikare wekî 'gerdûna ferazî' were wergerandin, dixwaze ku bikarhêner, di nav cîhaneke bi înternetê ve girêdayî de bijî. Wisa jî dikare bê gotin, metaverse-ê ku wekî pêşeroja înternetê tê dîtin, li ser bingeha "bila înternet bi tenê ne ji bo, şopandina hin mirovan, nûçeyan; danûstandin û xwendinê be. Bila înternet tiştekî wisa be ku mirov di gerdûneke ferazî û 3-rehendî de tiştê ku bixwaze pêk bîne." Metaverse dê zemîneke 3d(3-rehendî) û xeyalî, ji bo mirov tê de: danûstandinê bikin, lîstikan bilîzin, karên xwe pêk bînin, bigerin, biçin konsert û pêşengehan amade bike.

Tê gotin ku em bi saya avatarên ku me ji hêla berçavkên 3d (3-rehendî) an kaskên 3d û berguhkên pêşketî ve afirandiye, bikevin nav metaverse-ê. Ji bo hêsantir bê fêm kirin vê mînakê bidim. Bifikirin ku hûn gta5ê dilîzin. Ger hûn bixwazin dikarin bikevin nav vê gerdûna ferazî. Hûn hem dikarin lîstikê bilîzin hem jî dikarin wek lehengê sereke di nav lîstikê de bin. helbet em werin aliyê aborî jî. Ger em ketin vê dinyaya dîjîtal, em ê her ji bo ku tiştê pêwist pere bidin. Cil û berg, pirtûk, mal, erebe belkî jî xwarin...

Dema em lê dinêrin Facebook tiştên xwe gelemperî bê pere derdixe pêşberî mirovan û bi reklamên ku dixe nav karên xwe pere qezenc dike. Çawa ku em di instagramê de digerin û reklamên hatine kesandin derdikeve pêşiya me, di metaverseyê de jî wê wisa be. Em ê bikevin nav vê dinyaya ferazî û em ê di kolanekê de bimeşin û di panoyeke de dê wisa binivîse. tirsik.net li benda kurda ye, werin bibin endam. Facebook dê bi saya van reklaman gelek pere bi dest bixe û bi saya vê rêbazê, metaverse hem ji bo bê pere ye dê bala mirovan bikşîne û hem jî facebookê roj bi roj zengîntir bike. Kurteya vê hişê jî ev e. Çiqas mirov hebe ewqas reklam heye, çiqas reklam hebe jî ewqas pere heye.

Di vê gerdûna ferazî de, em ê bikarin biçin konserên stranbêjên ku em qet nikarin biçin, muze û pêşangehên ku em qet nikaribin biçinê jî. Wisa bifikirin ku niha teqrîbî zêdetirîn 100 hezar kes dikare biçe konsertekî lê em di dinyaya metaverse-ê de, dev ji 100 hezarî berdin belkî dê 100 mîlyon kes biçe konsertekî. Konsertên bi vê rengî jî dê gelek caran bên lidar xistin. Ji ber ku tê de gelek pere heye. ji serde çend meh berê konsertek bi vê rengî, ji hêla fortnite-ê ve konserta travis scoot hat lidarxistin û ji hêla 12.3 mîlyon kesan ve hat darî kirin.

Aha em dîsa werin ser aboriyê. Bifikirin ku dê 10 mîlyon kes beşdarî konsertek wiha bibin. Dê şîrketên mezin ji bo sponsorîyê hevrikî bikin û mîlyon dolaran bidin ku bibin hevkarên hev. Dê her bi awayî Facebook pereyek gelek zêde bidest bixe. Ji ber wê metaverse tenê ne bala facebookê dikşîne. Şîrketên wekî unity, epic games, nvidia ji bo metaverse-ê milyonan xerc dikin û projeyên nû derdixin holê.

Pêşerojek gelek kelecanî û talûke li ber me ye. Ev du sed sal e jiyana me her car diguhere û em êdî nagihîjin leza vê dinyayê. Em êdî nikarin serî ji vê lezê re rakin. Êdî vebijarkek tenê dimîne. Wan qebûl bikin û li gor vê hêz û lezê bijîn. Hûn ji bo pêşerojeke wisa re amade ne?

hûn dikarin ji bloga min jî bixwînin: Here lînkê



30.10.2021 18:40 ~18:49 | yûsiv