Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yûsiv

profîla "yûsiv"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [voleybol] de;

2. werzîşa ku min 4 sal berê dest pê kiribû û sê sal ji ser hevde, beriya pandemiyê di tîma dibistanê de (keçik û mêr di nav hev de) min cih digirt. Hin caran em diçûn dibistanên taybet re dilîstin û di nav wan de jî yê biçûktirîn ez bûm. * gelek bîranîn û serkeftinên xweş di jiyana min de hiştiye. nêzîkî du sal e ku nikarim bilîzim û bi Xwedê min gelek beriya lîstina vê werzişê jî kiriye.

mijarek din jî. di nav civatê de ev werzîş wekî werzîşa keçikan tê hesibandin. bi hişê xwe yên qirêj hin nîvmirov, mêrên ku vê werzîşê dilîzin wekî hin qalibên genî ku naxwazim biramim jî pênase dikin. ev yek jî sedema paşde mayîna civaka me ye.



03.08.2021 09:27 | yûsiv