Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yûsiv

profîla "yûsiv"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [yekemîn civîna nivîskarên tirşikê li ser twitter spacesê] de;

19. civînek têr û xweş bû lê ji ber ku mijar kêm bûn hin cara bêdengiyek diket nav civatê.
beriya her tiştî xwelî li ser hindik be jî ez jî axivîm. * rexneyan qebûl nakim. * her çi, ji ber ku pratîka min a axavînê tuneye bi devkî xwe baş nikarim bidim nasîn. ji ber wê min baş neket nav civatê anku ne jî ber şermê ye.

divê mehê carek an du an jî sê caran ev çalakî bihê amade kirin. berîya axivînê jî divê çend mijar bên hilbijartin û ger tirşikvan ger jî mêvan fikr û nêrînên xwe di nav vê çalakiyê de bibêjin. bi vê çalakiyê him reklama tirşikê çêbibe him jî em ê bigihîjin mirovan.



02.05.2021 23:29 | yûsiv

10. çalakiyeke gelek baş e. Divê di nav hin perîyotan de jî berdewam bike. ji xeynî mijarên têkildarê tirşikê, divê li ser hin mijarên kûr û xweş bisekinin. Her wiha mirovên navdar ên zana bînin û li gorî zanyarîya wan mijarek vebikin û biaxivin. Her wiha bila tirsikvan jî raman û fikrên xwe vebêjin.



02.05.2021 02:09 | yûsiv