Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yûsiv

profîla "yûsiv"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê] de;

7. Teqez tirkî ye.

Ez naxwazim dûv biavejim wan lê ji ber vê rewşê ji gelê Başûr gelek aciz im. Çend hevalên min ê başurî çêbûn lê yek jî ne hêja bûn. Hin ji wan malê bi tirkî xeber didan hin dawa keçikên tirka dikirin hin jî qala xweş bûna rêzefîlmên tirkan dikirin. Ji ber mijar li ser ziman e ez ê qala ziman bikim. Gelê Başûr her çiqas gelê Bakur rexne bike jî ji wan ne kêmtir in. Jixwe tiştên bakur jîyaye başûr jîyabûya niha tev başûrî dibûn ereb. Axir Mijara me ne ev e.

Malbatê soran ên ku di mala xwe de tirkî diaxivin ne hindik in. Tesîr û evîniya tirkan wan girtiye û di bandora wan de mane. Di vê rewşa xweş de ziman ji wan re şêrîn nayê ku fêrî kurmanji nabin. Jixwe kurmancî bala serokwezîrê wan jî nakişîne ev jî mijareke din e. Bi kurtasî Rewşa başûr her çiqas baş be ewqas jî xerab e.

Edît: nefret tuneye tenê piçek acizî heye.



12.12.2020 17:35 ~19:12 | yûsiv