Tirşik - Profîl
tirşik-profîla de facto hozan

profîla "de facto hozan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mevzukürtlere] de;

6. hisabek medyaya civakî ye ku rêveberê wê hisabê xuya ye çi şerm û eyb nahevîne di hindirê xwe de. heqaret xwarina kurdan dike tiştek normal û zêdetir dibe, êdî kurdbûnê dike pêkenoka tirkan.

nizanim heysiyeta insanî wê çawa qebûl bike, ku mirov nasnameya xwe, kultura xwe, jiyana xwe bike paspasa bin piyê tirkan... yanî tu çi qezanç diki? ji bo keçên tirk, an pere? ew çi tişte ku te wisa dike bêşeref? temam me hemû kurdan dev jê berde, yaw ew çi tişte ku te sebeba wê diya xwe bavê xwe dost û eqrebayên xwe xerc kirî? çi qîmeta wî karî heye ka ji me re jî bêje da em fêm bikin çima ji tirkan wêrantir tu li ser çanda xwe jiyana xwe dijminatiyê dikî?

kurdbûn wî heqî nade te ku tu me bibî bikî pêkenokê tirkan. yê karek wisa Jî dike bila ji xwe re nebêje kurd ji xwe.

notek dawî: ixtimale ku admînê wê hisabê fincikkurd be. min wextekê dişopand, ew yekî geverî bû û çi eleqa wî bi kurdîtiyê nebû



02.05.2020 00:33 ~04:58 | de facto hozan