Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [heftenîn] de;

2. ez jî hatibûm vê meselê bêjim. lê endazer rehn kirye. belê piştî ji herêma goyan mehrûm dibin, herî dawî zozana xwe jî, tenînê, -ew tenîna di heyran jaro de behsa wê tê kirin- ji dest didin û axayê wan "bazê beli" jî tê kuştin êdî diçin heftenînê, dibêjin "wile babo evder heft car xweştire ji tenîn"

madem endazer mesele gotye, ez êki dî bêjim.
li gor gotegotan axayê sindîyan yeke simbêlsosin û qeşeng bû, hijxwekirî bû, guhar li guhê xwe dikir. ji axê sindîyan re digotin bazê beli. piştî goyî bi bedxwazî (sûîkast) wî dikujin, diya axa dike hawar dibêje emê biçin ser termê baz, heger guharê wî jêkiribin evne dizin, çeqelin, lê heger guhar jênekirbin nexwe evne eşîrin, di şerê eşîrî de kurê min kuştine. diçin berê xwe didinê guhar jênekirne.
ji vê bûyerê gotinek pêşîyan derdikeve:
vi qesê bika guhorî bozî bali bika guhî xwa.
(vê gotinê bike guharê bazê beli bike guhê xwe )



12.05.2020 18:30 | hespêsor