Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [keçên ermenî] de;

6. li kurdistanê kurd, li tirkîyê tirk, li ewrûpa jî hir ermenin

Hevalek mina amedî hebû, min digot qey kurde. Yanî wê negotibû ez ne kurdim. yeke polîtîk bû. Piştî demek dirêj, bawerkim min mijara ermenan vekirbû, wê jî bi şermokî got eslê me ermenî ye. Min gotê çima te heta niha nedigot ez ermenim, got em jizûve hatine asîmîle kirin. Paşê min zanî li amedê gelek malbatên ermen bûne kurd.

Li stembol jî gelek rastî esil-ermenan hatime. Lê heta kurdek mijarek wisan neveke ew xwe kifş nakin.

Jixwe dema tu ermenên li ewrûpa û emrîka dibînî wek agir û pêtin.

kesê vê mijarê vekirî dixwaze em behsa xemlûrewşa keçên ermen bikin. De başe. Li stembol carna wek banquet-waiter dixebitîm, li hotelan dawetên ermenan çêdibûn. Di dawetên wan de stranên ermenî, kurdî, tirkî lêdidan. Resenîyek di rûyê wan de hebû, min lê tanî der ku ew ne kurdin an ne tirkin. Singûberên wan fireh û miştbûn, navbeyna memikên pirteqalî wek nêvişkê nerm û hilû bû. Memkên spî zorê didan bişkokan. Bi piranî xwînşîrîn û mirovên başbûn.



04.05.2020 10:58 | hespêsor