Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwendin] de;

17. ji bilî rêbazên "xwendina çist" sê teşeyên xwendinê hene.

xwendina dengî: helbest, ji bo zêdetir tama wêjeyê sehbikim metnên herikbar û nivîsên tevkîhev da safî bikim bi deng dixwênim.

xwendina ku deng di mejî de vedide: pir ecêb e. deng ji devê me dernakeve lê em dengê xwe dibihîzin. ez li ser kêrhatina vê rêbazê bi guman im, carna çêtir dide fehm kirin lê piranî dibe sebeb konsantrasyon belav bibe.

xwendina bêdeng: tenê bi çav şopandina rêzikan. ev rêbaz xweş bê sepandin bi min ya herî baş e. Baldarîyek xurt dixwaze. xwendina dengî hêdî ye lê çav pir zûtir diçe, xweştir tê fehm kirin, mirov zêdetir dixwîne.



03.04.2020 10:13 | hespêsor