Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [simone de beauvoir] de;

1. nivîskar, fîlozof, femînîst a fransî. simone de beauvoir di sala 1908'an de li parîsê çavê xwe li dinê vedike û di sala 1986'an de li heman bajarî, piştî jiyanek têr û tejî jiyana xwe ji dest dide. simone girîngtirîn teorîsyena femînîzmê ye. wê, pergala kapîtalîst a bavsalar bi awayek radîkal li ser hîmên aborî, civakî, siyasî rexne kirye û ji bo wekheviya jin û mêr a pratîkî nivîsye û têkoşaye. di pirtûkên beauvoir de tesîra bûnewerî [existentialism] a jean-paul sartre tê dîtin ku sartre hevrê û hezkiryê wê bû. (bnr: evîna sartre û simone de beauvoir)

sereke berhemên simone de beauvoir: zayenda duyemîn, meşa dirêj, mandarîn, bîranînên keçek ciwan...
Here lînkê





25.05.2020 18:50 | hespêsor