Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mafê netewan bo diyarkirina çarenûsa xwe] de;

4. (bnr: ji zanayan bipirse ji nezanan bitirse)

berî ku muqayeseyek di navbeyna mafê diyarkirina çarenûsa netewan a lenîn û rêgezên wîlson bike divê mirov serwextê wan be. tevî ku tê zanîn wîlson mafê çarenûsa netewan parastiye, eslê xwe de tiştek wisan nekiriye. rêgezên wî bi temamî kêrî berjewendîyên dewletên serwer tê, ji netewên bindest re tiştek zelal nîne.

berî ku mirov bi antî-propagandayên jkiberkirî lenîn û sovyetan reşbike, pesnê emrîka bide dîsa divê mirov serwextê mijarê be. mijarên dîrokî bi ya min bi ya te nabe. delîl li holê ne, mirov li ser delîlan diaxivin, an na dibin pêkenok. di mijara komara xweser a kurdistanê (mahabad) de tu kêmasîyên sovyetan nîne, qasî ji wan tê hewldidin bimênin îranê de lê brîtanya û emrîka, ku piştgirên dewleta îranê bûn, zor dan sovyetan ku ji îranê vekêşin, li gor hiqûqa navnetewî jî mafê tu dewletan nîne welatek dî dagirbike. li ser vê mijarê yên meraq dikin dikarin pirtûka pirtûka ebdulrehman qasimlo bixwênin. di mijara kurdistana sor de jî qasî hikûmeta ermenî xeletîyên kurdan bi xwe jî hene. mixabin ew herêm di navbeyna azerbaycan û ermenîstan de bûye qûrbanîya dijberîya wan. helbet divê têkneçûban. di serhildana agirîyê de ger dokumentên dîrokî hebin keremkin parvekin lê ji bilî gotegotan li rastî agahîyek fermî nehatime ku sovyetan neyarîya kurdan kiribe. jixwe çima bikin? derûnîyek bi hin kesan re heye ku dewletên dinê tev dijminê kurdanin.

gotina "rêxistinên kurdan tu derfetek ji sovyetan ne stand" çi reşkirinek bêwijdane.



07.05.2020 23:39 | hespêsor

1. mafê ku piştî şoreşa fransî 1789, di heyama avabûna netew-dewletan de li gelek welatan hatiye nîqaşkirin û parastin lê cara yekemîn bi awayek siyasî li enternasyonala duyemîn hatîye nîqaş kirin û di sala 1903'de ketiye bernameya bolşevîkan. vladimir lenin di pirtûka xwey bi heman navî di sala 1914'an de vê rêgezê teorîze dike, hetka sosyal-şovenên serdema xwe dibe û bi awayek zelal mafê diyarkirina çarenûsa netewan diparêze. piştî şoreşa cotmehê ev maf ji bo fînlanda û polonya tê sepandin û welat wek dewletên serbixwe ji sovyetan cuda dibin.

paragrafek ji pirtûka lenîn:

em li kûderê di navbeyna netewan de têkilîyên digihin zordestî bibînin, emê ji bo her netewî, bi serbestî mafê diyarkirina çarenûsa siyasî, mafê cudabûnê bixîret, bêşert û merc biparêzin. parastin, nasîn û piştgirtina vî mafî, parastina wekhevîya netewane, dijberîya têkilîyên digihin zordestîyê ye, ji kîjan netewî be bila bibe, li himber îmtîyazên wan ên siyasî têkoşîne, û ji ber vê yekê di navbeyna karkerên ji netewên cuda pêşvexistina piştevanîyek xurt a çînî ye.



07.05.2020 16:24 | hespêsor