Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [yekîtiya komarên sovyet ên sosyalîst] de;

5. yekemîn dewleta karkeran avakirî ye. ykss qonaxa herî bilind a mirovahîya hemdem û şanaz e. bi berterefkirina kêm û qusurên xwe, nûjenkirina rê w rêbaz û teorîya xwe dîsa komunîzm siberoja mirovahî ye. bolşevîkan bi avakirina vê dewleta proleter peyitandin û ji cîhanê re ragihandin ku cîhanek dî pêkane. têkçûna sovyetê ne dawîya dinê ye.

mirovek burjuva be, xwidan sermiyan be heta radeyek fehm dikim ku êrîşî komunîzmê bike, lê mixabin dezenformasyonên îdeologên burjuvazî nav karker û kedkaran de jî belavbûne. ewÊn ji ber dîktatorî sovyetan rexne dikin komîkin lewma nabînin ku hemû dewletên kapîtalîst bi dîktatorîya burjuvazî tê rêvebirin.

a têkçûyî esasen kapîtalîzme. sernekeftina wê li holê ye. ji ber ku hêzek alternatîf nîne kapîtalîzm eve hezar care ji çîka dil filitî. ji xeynî bê edaletî, kedxwarî, êş û ezab tiştek dî nîne kapîtalîzm bide gelê xebatkar. ji bilî komunîzma porsor û rûgeş tu îdeolojî nekariye himber kapîtalîzma rûreş bibe alternatîf.



13.04.2020 23:55 ~2020.04.14 00:29 | hespêsor