Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [helîm yûsiv] de;

25. nivîskarê ku gotarek bi sernivîsa çima wêjeya kurdî li cîhanê nayê naskirin weşandiye.
Here lînkê

nivîskar dibêje heta wêjeya zimanek ji sînorên welatê xwe derkeve divê ji bo zimanên dî were wergerandin. herwiha destnîşan dike divê ev kar bi wergêrên wî zimanî were kirin. lê ev kar nayê kirin ji ber vê yekê jî wêjeya kurdî nayê zanîn. sedemên vê jî yek bi yek rêz kirye.

raste em dikarin her kêmasî, paşdemayîn û neserketîbûna xwe ên di warên çandî, zanistî, hunerî, werzîşî ûhwd. de bi tunebûna dewleta kurdan ve girê bidin. kesek nikare bêje kurdan pî yê te xwar e, ji ber ku dewleta me tune.

tu îtîrazên min ji teşhîsên nivîskar re nîne. lê "parastinek" an jî "analîzek" bi vî awayî tevahiya rastîyê îfade nake. tevî ku helîm yûsiv dibêje divê kurd bi xwe romana kurdî wergerînin zimanên ewropî, yeqîn nakim hewldanek wisan hilperînek bide wêjeya kurdî. çawan wergêrên kurd ji zimanên biyanî berheman werdigerînin kurdî, herwisa divê wergêrên ji welatên cuda romanên kurdî wergerînin zimanê xwe. lê diyar e romana kurdî bala wan nakêşe. belkî hin kes bêjin qet me nas nakin, heta hinek me naskirin, berhemên me xwendin em vî karî bikin heye ku ji me hez bikin paşê ew bi xwe wergerînin. dibe, helbet divê wergêrên kurd ji vê nerevin. lê bi ya min helîm yûsif û kesên wek wî difikirin "derman" li cihek şaş digerin.

divê pirs ev ban: çima wêjeya kurdî bala weşanxane, nivîskar, wergêr û xwendevanên cîhanê nakşîne? helîm yûsiv li ser sebebên giştî, berçav derdê wêjeyê diyar dike. bi xetên qalind nefes li hirgûliyan diçikîne. vê helwestê nexweşxaneyên bakûr anî bîra min ku dema nexweşek dikeve odeya bijîsk de, bijîşk jê dipirse çi j' te hatye, nexweş dibêje filan dera min diêşe, bijîşk jî hema di cihde dermannameyek dike destê nexweş de û dibêje bila ya/ê dorê de têkeve hundir.

her çiqas nivîskar dibêje li dermanek nagerim, esasen xema hundermend û rewşenbîrên kurd vedibêje ku ew qîmetê heq dikin nabînin. ne ji gelê xwe, ne ji xelkê. ev ne pirsgirêkek nû ye. ehmedê xanî jî ji heman derdî muzdarîb e:

ger dê hebûya me jî xwedanek
'alîkeremek, letîfedanek

'ilm û huner û kemal û îzan
şiîr û xezel û kîtab û dîwan

ew cins biba li ba wî me'mûl
ew neqd biba li nik wî meqbûl

min dê 'elema kelamê mewzûn
'alî bikira li banê gerdûn


ehmedê xanî dibêje ger me hebûya dewletek û li gel wê rêveberên ji zanist û huner û wêjeyê fehm dikin û piştgirî bidin, min dê ala helbesta kurdî li banê gerdûnê bilind bikira. ehmedê xanî hem bi wezna van beytan de hem bi giştî li gor berhemên xwe bin peyva xwe de namîne, lewma gazinda wî tesîrek giran li xwîneran dike. lê gelo îro nivîskarek kurd heye ku bêje ezê ala romana kurdî li banê gerdûnê biçinim? an jî fîlozofek kurd heye tesîr li ekolek a ramanî bike? hunermendek klasîk heye muzîkjen jê feyz bigrin? nivîskarek heye lîstikên wî li bajarên cûrbecûr bên leystin? dîroknasek, wênesazek, derhênerek? heger bersiva van pirsane her neyînî be, wê demê pirsgirêk ne tenê pirsgirêka romanê, wergerê ye. pirsgirêk ya civakê ye, hêj lê hûr bibe ya mirovan e. yanî bi giştî pirsgirêkek takekesî ye. ger mirovek bixwaze di van disiplînên raman û hunerê de berhemek gerdûnî ava bike divê bi salan çak bixebite.

mantiqê "ku dewleta me hebûya" tê vê wateyê ger dewleta me çêbû dê pirsgirêkên me giş çareser bin, qet nebe piranîya wan. yanî li gor vê ferasetê wêjeya hemû civakên dewleta wan heyî gerdûnî ye, civakên wek me hêj herêmî ne. gelek civakên xweyî dewletên emirdirêj hene ku çirûsahî ji wêjeya wan naçe, berevajî vê gelek civakên bêdewlet an jî xweyî dewletên lewaz hene ku wêjeya wan ji alî xwendevanên civakên dî tên şopandin. ev mijarek guncaw e ku mirov bi berçavkek giştî jî bi mercekek takekesî jî rave bike. lê tevî rastîya şert û mercan ez ji hewldan û rola mirovan bawer dikim. yên ku şert û merc diyarker dibînin divê bisebir bin. ji ber ku heta pileya entelektuelîya civakê di her alîyan de bilind nebe, dê nivîskarên mezin ji civakê derkevin û dê cîhanê jî hay ji nivîskarên îroyîn nebe. lê yên dibêjin bi vîna mirovan hilbûn pêkane, herkesê ku baş bixebite dikare berhemên gerdûnî ava bike divê dest ji sedem û hêcetan berdin û pêşî li xwe paşê li kar û barê xwe binêrin.

bi fikra min kurd bi gelemperî ne xebatkar in. yanî ne xebathez in. sedemên vê jî digihin teşeyê rêxistinbûna aborî ya civakê ku endamên wê di nav sedsalan de fêrî teralî û bêdisiplînî bûne. bi taybetî kesên di warên hunerî de karek dikin heqê keda xwe nadin. hin kes mecbûr in hem ji bo debara xwe bixebitin hem hewl didin hilberînek ramanî bikin. heger îro qala astengek a hilberîna hunerî bêt kirin li gor min ev mijara sereke ye. tu rexneyên min ji van kesan re nîne. lê kesên xwe ji qeyd û bendên karên aborî rizgar kirine jî teral in. qasî dişopînim nivîskarên kurd li ser înternetê gelek wext derbas dikin. delîlek min nîne lê wer texmîn dikim di jiyana civakî de jî wextên xwe gelek pûç dikin. ji ber ku nivîskar û hunermendên kurd baş û zêde naxebitin berhemên gerdûnî jî dernaxin.

di serdema em tê de derîyê zanînê ji herkesê re vekirye. kes nikare bêje ji ber kêmbûna derfetan, an jî şertên kurdan ez romanek gerdûnî nanivîsim. heger romanek pir baş bê nivîsîn wê hezkiriyên wêjeyê yên cîhanê vê romanê paşguh nekin. encam, şûna nivîskarên kurd bi şert û mercan hewl bidin kêmasîyên romana kurdî rave bikin, li ser çawanîya wêjeyê bifikirin û bixebitin wê zûtir bersivan bibînin.



18.03.2020 01:56 | hespêsor