Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [te îroj ji bo kurdî çi kir] de;

39. do êvarî li mecîdîyegund min got merheba xalo ka simîdek, got tu j' kurî.
şivêndî li ser pira metrobusa malênşîrîn qartonek bala min kêşand; 12 cot gore 10 lîra, rasta etarok sekinîm. etar bi hevalê xwe re kurdî diaxivî, min deynekir heta wî min dît got "buyur abê", min go "evne hemî kurtin an yên dirêj hene" got "yên dirêj jî hene, vaye". min got "bila piranî reş bin", me hevre çehvî xwe li goreyan gerand û veyra dît, got "ha ji birê min re". me spasîya hev kir.
îro li taksîm min tirkî pisyarek ji telefonfiroşek kir ku heye an na, got heye. zelamê li kêleka wî bi kurdî berdewama vegotina xwe kir, behsa rûmeta şexsî dikir ji hêla aborî ve. min fehmkir ji mêrdînîyên taxa serêzevî ye. min ji dikandar kurdî pirskir ev çendê ye, got hindê ye...

dibêjin li vî bajarî nêzîkî 5 milyon kurd hene, lê ji derve bi hev re tirkî diaxivin. ez bi xwe bi kurdan re heta ku ji min tê tirkî na axivim, gelek caran bi kesên nizanim ji çi milete jî despêkê kurdî diaxivim.



27.02.2020 16:55 | hespêsor