Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [altan tan] de;

76. siyasetmedarek îslamîst e. tu nirxek kurdistanî li gel wî nîne. Ew tenê burjuva ye, li gor berjewendîyên burjuvazîya kurd û îdeala sazkirina şerîeta îslamê siyaset dike. Li vê derê ji bo wî gelek rengdêr hatine nivîsîn mîna lêkolîner û nivîskar û nizam çi, lê ji demagogek pê ve tir ew ne tiştek e. tu berhemek wî biqîmet, kedek kurdistanî nîne. Pirtûka wî ya bi navê "kürt sorunu" min hêj di nûciwanîya xwe de xwendbû, bi zanîn û feraseta xwe ya hingê min xebata wî lewaz û beredayî dît bû. Lewra tiştên jixwe min ji mêj ve dizanî nivîsîbû û tu tehlîlên maddî-civakî nekirbû, ji xwendevan re perspektîfek pêşkêş nekirbû, helwestek dij-dagirker beyan nekirbû.

Di serencama parlamentoya tirkan de singê wî her li pkkê bû. Rexneya wî ên li ser tirkan di derbarê dijberîya gemar a himber laîsîzmê, modernîzmê bû. Kurdek di nav tirkan de, ser qenalek wan, kursîyek wan partîyeka kurdan bide ber gulleyan, ew ne kurdek kurdistanî ye, ne welatparêze, ne netewperwere. Heger ji van rengdêrane tenê yek jî bi siyasetmedarek re nebe nexwe ew xizmeta doza kurdistanê nake.



09.04.2020 00:56 | hespêsor