Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mar] de;

11. bi germbûna dinê dîsa derketine ser rûyê erdê. Mar di hişê mirovan de bûye sehm. marên li herêma me belkî %95ê wan tirsonek û revok bin lê ji ber jehra xwe bo mirovan bûne heywanek tirsnak. Li gundê me gelek mar hene, yên qasî milê zelamek stûr û bejin 2 metre dirêj jî hene. Berê, ji ber zanînên jiberkirî wek herkesê min jî mar dikuşt. Lê piştî demekê ez fikirîm min got kengê marek dibînim ew ji min direve, heta niha li van deran kes bi pêvedana mar nemirye, ger ez gafil nebim bêhemd pêlê nekim belkî ticar min gez neke. Ev çend salin êdî nakujim. Îro jî min yek dît, marek gewr bû, koremar bû, min destûr da here.

Gelek caran bi heywanan vedide û dikuje. Heger mirov hay ji xwe nebe ihtîmal heye ku mirovî gez bike. Ger tenê bim û jiderve bim nakujim, slav jî lê dikim, lê heger nêzîkî malê be an jî li wêderê hin kes hebin pêkane bi "bandora civakî" bibim kujerê mar.

Gotinek pêşîyan:
Ew çiye dare
Ew çiye mare
Deynê ew neyare



14.05.2020 21:20 | hespêsor