Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî] de;

5. tirşikçî têgiheke pkkyîyan diyarî jargona polîtîk a kurdî kirye! Piştî cûntaya 12 îlonê şoreşgerên kurd li girtîgehan tûşî îşkenceyên giran tên. Hin rêxistin û şoreşger ji bo li dijî zordestîya îşkencekaran bên ketin greva birçîbûnê. kesên mereqdar bîranîn û pirtûkên wê serdêmê xwendine an jî dikarin bixwênin.

Şoreşgerên pkkyî ku her û her di nav rik û pêşbirka kî radîkaltire kî jakobentire vîna kê xurttire de bûn bi zimanek tund kesên nediketin greva birçîbûnê bi teslîmkarî tawanbar dikirin û ji wan re digotin tirşikçî.

Bi min ne têgihek polîtîke û rojek mirovek min re bêje tirşikçî ezê yek kulmê li nêva çevhê wî dim! ji vê derê ez biryara şoreşgerên di greva birçîbûnê de canê xwe feda kirîn nadim ber nîqaşê lê mafê tukesî nîne ji mirovan xwekujî bixwazin ger xwe nekuştin jî bi peyvek wisan ecêb mohra teslîmkarî deyne ser wan.



11.04.2020 18:46 | hespêsor