4. Hijdemîn tipa elfabeya erebî ye. Ev tîp di alfabeya kurdî de tuneye lê belê di axaftinê de pir dihê bikar anîn. Helbet sedema vê yekê ol e. Ji ber ku zimanê îslamiyetê yê fermî erebî ye û kurd jî ev nêzî 1400 sale bisilmanin bandora erebî pir li ser kurdî çêbûye. Ji ber qur`an û îbadetên îslamiyetê erebî ne, kurd mecburî îbadetên xwe bi erebî dikin. Herweha têgeh û termên erebî jî raste rast derbasî zimanê din dibin. Belê dema ev peyv derbasî zimanê din dibin li gor rêzikên wî zimanî derbas dibin lê ev tişt çima nizanim ji bo kurdî ne derbasdar e. Yanê peyv weke xwe derbasî kurdî bûne. Heya ewqas pirin ku pêdivîya tîpekê jî pê heye. |
|
12.05.2020 04:13 |
tîrêj zana 21
|