Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mahsun kırmızıgül] de;

28. Kesê ku derê serê çiya jî dê kêfa min jêre neyê û dê stranên wî nekevin lîsteya muzîkên min. Dema zext û zordarî li ser kurda bû kesên deng dernexistin û piştgiriya mêtînger û dagirkeran kirin heke di demên sebestî û têkçûna partiyên wan de rabin çend gotina bikin û çend tiwîtan biavêjin dê qirediya wan li ba min zêde nebe. Dema ahmet kaya li nava stranbêjê tirkan rabû û gote ez kurd im û jiber vê çendê ezê stranên bi kurdî bixwînim û biweşînim. Îja ew stranbêjê dagirker xwe dirêjî wî kirin û sixêfa li ahmet kaya kirin. Paşê jî giş tevde çûn li ser dikê û strana "10. Yil marşi" xwendin û digotin emê vî welatî nedin parçe kirin, ev mehso li ku bû. Çima dengê xwe nekir? çima pişta ehmedo negirt? Belê dema bersivê van pirsa da û ez wî mafdar bibînim dê girê min yê li hemberê wî piçek kêm bibe lê hezkirin nakeve serê min. Ji ber ku ew jî bûye yek ji kesên mêtingerê çanda kurdî, bi dehan stranê esil kurdî kiriye malê tirkî. Çanda kurdî herifandiye û bişaftinê şêrîn daye xwuya kirin.

Belê ne tenê mehso heçiyê xerabiyê bi kurda kiriye û bûye xwefiroş, xwîna min li wan nakele û dilê min li wan rehet nabe û hew!



10.05.2020 01:39 | tîrêj zana 21