36. yek ji wan kurda bi van kurdên femînîst/126131 ,kurdên femînîst/128536 peyamên xwe, wekî ku ji bo wan tişteke normal e, dijûn û sixêf li min kiriye. heya bi van gotinê xwe bêyî ku şerm û fedî bike jî dijûn. çêr û sixêfan tişteke pêwîst daye nîşandan. nîşe: ya rast minê bersiv nedana vê peyama derî formatê û tije sixêf. lê piştî ku femînîstên krîpto ewqas çepik dan wê peyamê û ya min jî dan ber reşika, min nexwest di çavê xwîneran de ew wekî tiştekî rast baş xuya bikin loma min ewqas nivîsî. bawerim ewqas nivîs bese û serê wan jî zêde ye. qet kêfa min ji munaqeşeya kesên awha bêterbiye nayê lê wekî ku min got ji mecbûrî dinivîsim. ji min ewqas min fikrê xwe got û weke mirovan rexne jî kir. nikarim deqê carekî bi we mijûl bibim. li kêfa xwe binehêrin. |
|
01.12.2020 21:21 |
tîrêj zana 21
|
33. Kurdên ku hêvî dikim ne wek xwudiyê vê kurdên femînîst/126131 peyamê bin. Ji qewla hin camêra kesên ku bi nexweşiyên derûnî ketine dê xwe li bin sîwana femînîzmê veşêrin û sixêf, dijûn, nelet û hema çi hat ber devê wan li xelkê bibarînin û henek û tinazên xwe bi asta medeniyeta xelkê bikin. Paşê jî nêvengek ji xwe re li ser tora civakî dê çêkin û bêyî hay ji rewşa civak û gerdûnê hebin ji xwe re xutba bidin, Slogana biavêjin. Hema rabin û rûnên dê bêjin jinê di bin destê mêran de, bavsalarî, jinên tê kuştin, lêdanê dixwin. Heya îro mirovekî li derdora min ne li jina xwe xistiye, ne jî li keça xwe. Lê carek min dît mêrek biyanî li kuça me, jina xwe û dostikê jina xwe di erebeyê de da ber gula û herduya jî kuşt e.( jin mêrê xwe xapandibû, mêrê xwe dişande kar û çawa mêr ji mal derdiket, gazî dostikê xwe dikir û bi erebeyê diçûn mala zilam û bi hevşadibûn. Wê rojê jî zilam telefona xwe li mal jibîr dike. Ji bo telefona xwe li malê vedigere û jina xwe û wî zilamî di erebeyê de dibîne..... ) |
|
29.11.2020 23:29 |
tîrêj zana 21
|
24. Kurdên dixwazin neheqiyê bikin. Bi min niha rewşa jina ji ya mêra xweştir e. Ne ku ji ber ez mêrim û bo mêra biparêzim dibêjim. Ji xwe heçiyê xwedî ûjdan be û hinekî heşê wî serbest be, ji xwe ne te`dê li kesî dike û ne jî neheqiyê. Ez bi xwe ji siharê heya êvarê di bin banê înşaata de dixebitim. Paşê têm malê arîkariya xwuşk û diya xwe bo danîna şîvê dikim. Piştî me xwar sifrê radikim. Nivînê me yê erdê ne, loma jî divê her şev em nivîna bikin siharê jî hilênin. Heya niha ji çend carên mecbûrî pê ve cihê xwe ez radikim û dêtînim. Cilê xwe yê qilêrî ez dixim mekîna cilşoyê û tenê diyamin wê dixebitîne. Wer hasil ez ji xizmeta li min tê kirin aciz dibim. Yanê dema yek suxrê min ji dêlava min bike, ez dikevim ber fediyê û pê nerehet dibim. Loma jî çi karê min hebe, heya ji min hat ez bi xwe dikim. |
|
09.07.2020 23:31 |
tîrêj zana 21
|
16. Kurdên gelemperî rayedarên hdp ê û chp ê ne |
|
06.02.2020 19:46 |
tîrêj zana 21
|