Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [li ser înternetê kirîna zêran] de;

1. [ kul û derdê bese binale welat ji kul û derda bû]

li ser bankayan bi hêsanî kirîn-firotina zêra pêkan e. bi rêya bankatiya mobîl divê hesabek zêra bê vekirin. paşê li gor buhayê ku banka diyar kiriye kare zêran bikire. lê belê buhayê hemû bankayan ne wek hev in. ji bankayê heya bankayê diguhere. herweha di kirîn û firotanê de banka komîsyona xwe dixê û dewlet jî serê gramê baca xwe jê dikuje. di navbera kirîn-firotanê de meqesek heye ku ew jî li gor bankayan diguhere. di rojên mesayîyê de ev meqes hindik e. lê dema mesayî diqede banka vê meqese fireh dike. buhayê kirînê kêm dike û yê firotanê zêde dike ku dema fîyat guherîn bo banka zirarê neke.

bi vî awayî gelek kes li ser înternetê kirîn û firotina zêran dikin. belê zêr weke fîzîkî tuneye lê heçwekî we zêr kirîbe û dabe bankayê tê hesêbê. di eslê xwe de zêr tune li meydanê lê wekî ku zêrê te di hesêb de be, pere diguhere. ji bo mirov tê de kar bike, divê fiyatê wê pir bilîze. ji ber ku hem komîsyon û hem bac tê de heye, bi guhertinên hindik de zirara xwe dernaxe.



23.10.2021 18:36 | tîrêj zana 21