Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [fatîhe] de;

1. Sûreyek ji quranê ye ku di nimêjê de jibere tê xwendin. Di taziya de li pey miriya tê xwendin. Yekemîn sûreya quranê ye. Tevdê sûreyê ji 7 ayetan pêk tê. Besmele jî yek ji ayeta vê sûreyê ye.

1-Bîsmîllahîrrahmanîrrahîm.
2- elhamdûlîllahî rabbîl alemîn.
3- errahmanîrrahîm.
4-malîkî yewmîddîn.
5-iyyakene`bûdû we iyyakeneste`în.
6-îhdînassiratel musteqîm.
7-siratellezîne en`emte aleyhîm, xeyrîl mexdûbî aleyhîm, weleddalîn.


Werger:
1-bi navê xwudayê dilovan û mîhrîban.
2- hemd-pesn û wesf- ji xwudayê alemê re ye.
3- ew dilovan û dilovîn e.
4-xwudiyê roja dîn-roja mehşerê- ye.
5- em ji te re `ûbudiyetê dikin û ji te alîkarî dixwazin.
6-me bide ser riya rast.
7-rêya ku ewên te nîmet dane wan, neku ewên jirêderketî û di delaletê-nezanî, bêhayî- de ne.



Di nava kurda de, ji bo "söz kesmek" ya tirka tê bikar anîn. Dema xwestina bûkê piştî ku li hev tê kirin, ji ber ku digel melakî fatîheyek tê xwendin, jê re fatîhe tê gotin. Lê dibînim ku li tirşikê jî peyva "soz" tê emilandin.



13.06.2021 11:42 ~11:45 | tîrêj zana 21