Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di taşteyê de li şûna çayê qehwe vexwarin] de;

3. Edeteke ewropiya ye. Tim di filîman de dixuye, sulhiyek qehwe ( belê sulhî. Fîncan, kodik, îskan, qedeh, kûpa hwd. Ji bo tarîfkirina wê biçûk tê) û li ber jî ya kek ya jî kûrûvasan ( nizanim çiye û tehma wê jî çawa ye) dixwin.


Bi îngîlîsî ji taştê re dibêjin " breakfast". (Break) şikandin, (fast) bilez, (fasting) rojî ye. Vêca bo taştê çima peyvek weha çêkirine nizanim. Lê dibêm qey ji ber navê wê hama qehwa xwe û çend kekikan pê re bilez dixwin û zûka digihîjin karê xwe. Vêca em werin taştêya me kurda: ger em bixwazin qehwê pê bixwin dê taştêya me rezîl bibe. Hêk, penîrê helandî, penîrê honandî, kartolê sorkirî, zeytûnê şîn, zeytûnê reş, mast, dims, rûnê nivîş, hungiv, tehîn, helaw, firingî, xeyar. .. ... li ber van xwarina ji çay pê ve çi vexurek tê xwarin?

Dîsa heyalek ji ber edet û çanda kurdî têk çû* em mehkûmî çaya qaçax bûn. Dîsa em neşibiyan îngîlîsa.



12.05.2021 13:43 | tîrêj zana 21