Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [17.02.2021 eşkerebûna reşşiktroll] de;

7. Daxuyaniya derbarê vê operasyonê de ya navenda parastina tirşikê, bi vî rengî ye.

nivîskarê me yê bi nasnav heval.js, 17ê sibatê demjimar dora 00.30an de yekîneyekî sîxura ji nêz ve şopandiye. Piştî çend hûrdema yekîne bi temamî ketiye bin kontrola nivîskarê me. Piştî çend reşikdayîna nivîskarê me yekîneyê kiriye armanç û derbên giran lê daye. Demjimar 00.49an de sîxur hatiye cezakirin.

Piştî çalakiyê navenda rêveberiya tirşikê bi van gotinan çalakiyê pîroz kirine: sîxurê bi navê şerker ji aliyê nivîskarên me bi operasyonek serkeftî hatiye aşkerakirin. Piştî aşkerabûnê em jî wek rêveberî, me çete asteng kiriye. Xebatên me li ser ewlehiya tirşikê didomin. Ji ber vê operasyona serkeftî em nivîsgeha herêma javascrîpt silav dikin.



17.02.2021 10:58 ~23:17 | tîrêj zana 21

6. Dilnexwaz, xêrnexwaz, sîxur û kûçikek bi navê şerker, di nava 3 rojan de 14 reşik daye nivîskara. Çend reşikê wî îsabetî min jî kiribû. Wekî ku her tim dijmin dikin, dîsa xwestibû kurda li hev sor bike û wan bere hev bide.

Rastî, êdî translateya kurdî pêş ketiye. Bi saya wê kesên qet kurdî nizanin jî bi hêsanî karin agahiyan ji tirşikê bistînin. Ji loma divê hin bergiriyên din werin stendin û endamên nû werin kontrolkirin. Dengdayîna çomeza divê teqez bê rakirin. Ji xwe min digo qey çomez nikarin deng bidin.

Axir, divê rêveberî li ser vê meseleyê bisekine û wî sîxurê bi maîla ku li tirşikê tomar bûye bişopîne. Heye ku bi heman maîlê hin hesabên din jî hebin.



17.02.2021 10:02 ~23:19 | tîrêj zana 21