Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kêmbûna malperên kurdî] de;

2. Nîşaneya kêmasiya bazara kurdî ye. Ango ji ber van sedeman kurdî tê ji bîrkirin û ji holê radibe. Kesên ku pêdiviyên xwe nikarin bi kurdî peyde bikin û pirsgirêkên xwe çareser bikin, dev ji zimanê zikmakî diberdin. Kesên bixwazin li ser înternetê kirîn û firotanê bikin, bi kurdî nikarin bikin( ji bilî çend malperên pirtûkan û malperên piçûk) ji loma neçarî xwe diavêjin bextê zimanê serdest.

Yek din ji sedema kêmbûna malperên kurdî jî, nezanbûna nivîsandina kurdî ye. Kurdên xwenede hemû bi zimanê serdest perwerde dîtine û nivîsandina zimanê serdest dizanin. Yên ku dizanin bi kurdî binivîsin jî bi ked û xwesteka xwe hînî nivîsandina kurdî bûne. Tabî ev kesên han li gor tirkînivîsa pir pir kêm in. Ji loma piraniya kurda lêgerîn, lêkolîn û bazara xwe ya ser înternetê bi zimanên serdest dikin. Ji ber vî hawî malperên kurdî pêş nakevin ango şopîner û muşteriyên wan kêm in. Herwiha kesên dil dikin malperekî vekin jî, ji ber vê rewşa kambax ya dev jê berdidin an piştî vekirinê têk diçin.



05.02.2021 23:58 | tîrêj zana 21