Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [endustrî] de;

1. binavkirina beşên berhemandina tevgerên bazirganiyê ye. berhemandin, hêrandin û têgihandina berheman di çarçoveya endstriyê de ye.

hêrandina xammaddeya, afirandina çavkaniyên vejenê û alavên di afirandina wan de hatine xebitandin û hemû şêwazên berhemandinê endustrî ye. têgehek girêdayî pêşesaziyê ye. pêşesazî jî amadekirina maddeyên xam an nîvhêrandî ye, bo bikar anîna wan. wek ji van herdu pênaseya tê fêmkirin pêşesazî û endustrî bo heman armancê xizmetê dikin.

di pêşveçûna welatan de rola endustriyê girîng e. lewra welat beşek mezin ji dewlemendiya xwe ji pêşesaziyê digrin. ji nîvê sedsala18. ve pêşesazî, bi sedsala pêşveçûnek bilez jiya ye û şûna keda desta û makîna girtî ye. pêşesazî di roja îro de faktora pîvana pêşdeçûna welatan de di rêza ewil de ye.

cûreyên endustriyê:
endustrî, bi navek din cûreyên pêşesaziyê, xurek, înşaat, hubûbat, tekstîl, kozmetîk û vcr dihewîne. alav û makîneyên ku hilberandinê dikin jî di hundirê endustriyê de tên hesibandin.

cûreyên endustriyê di 6 sernivîsên bingehîn de tên komkirin;

1- pêşesaziya bingehîn, bi navek din yekemîn endustrî. cotyarî daristanvanî, baxçevanî, masîgirî dihewîne. beşeke keda mirovan kêm e. li ser xwezayê ye.

2- endustriya genetîk, ajalên koxê, xwedkirina çêlekan, kreşên rehekan di vê beşa endustriyê de ye. firotin, zêdekirin û ji nûve afirandina rehek û ajalan re eleqedar e.

3- pêşesaziya ekstraktîf, ji hewa, av û axê derxistina saman re eleqedar e. berhemên endustriya ekstraktîf xamî tên bo îmalat û li înşaata were bikaranîn tê hêrandin. derxistina madena komirê, cewhera hesin, endustriya petrolê, berhemandina dep û derxistina kaûçûk dikeve vê beşa endustriyê.

4- pêşesaziya îmalat, beşa pêşesaziyê ya ku xammaddeya bi hêza makîna û mirovan dihêrîne. bi vî awayî xammadde vediguhere erhemên qedandî. berhemên qedandî, li gor cûreyên xwe weke berhemên xeridandî û malên berhemkirî tên emilandin. endustriyên şekir, kaxiz tekstîl dikevin vê beşa endustriyê.

5- endustriya înşaatê, avakirina rê, bendav, qenal, pir û avahiyan dihewîne. ev endustrî ji enmdustriyên din vediqete. sedema vê veqetandinê, diqadên din de berhem li cihekî tên berhemandin û li cihekî din tên firotin. lê belê di sektora înşaatê de malzemeyên pêwîst her yekê li cihekî din tên berhemandin û malên hatine firotan li cihekî tenê tn emilandin.

6- endustriya serwîsê, weke sektora xizmetê jî tê binavkirin. di dema modern de pêşesaziya serwîse li ser pêşveçûna welatan de rolek girîng dilîze. endustiriyên turîzm, şahî û otelvanî dikeve vê beşa endustriyê.




endustrî 4.0 çiye?

weke 4. qedema şoreşa pêşesaziyê tê pejirandin. pêşveçûnên pêşesaziyê yên di roja me de dihewîne. cara pêşî li fûareke almanya hatibû sazkirin de hatiye behskirin. ev têgeh teknolojiya kombersa û endustriyê têne gel hev. 2 bingehê vê têgehê hene;

ji vana a ewil, aras û bernameyên hindik vejen bikar tînin, hindik cih digrin, maliyeta kêm, sicara hindik û ewlehiya bilind dihewîne.bingeha din jî, înterneta bingeha wê cîhaz in. weke pergalên sîber fîzîkî jî tên binavkirin. bi hemû cîhazên gerdûnê re agahiyan dide û distîne û bi sensor û xebatkaran ve hatine nûjenkirin.



27.01.2021 16:31 | tîrêj zana 21