Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gotina rojê] de;

25. bila çil sal di zindanan de bimînim
her roj sed mar û dûpişkan bibînim
li hevrazan ferên aşan bikişînim
li berwaran pezê kûvî biçêrînim
zivistanan li ber avan bimînim
ne ku carek yekê nezan bibînim



17.01.2022 22:02 | tîrêj zana 21

24. Meşrûbûna tiştekî ne li gor başbûn an mafdarbûna wî ye. Belkî li gor hejmara kesên wî tişti dikin û dixwazin e.
tîrêj zana 21



03.01.2022 12:55 | tîrêj zana 21

23. Kor bi destê kor bigre, wê bikevin çalê.



23.12.2021 00:41 | tîrêj zana 21

22. Dilê bêkesan, bi herkesî dişewite



05.11.2021 00:49 | tîrêj zana 21

18. Kesên tirsonek beriya mirinê çendîn caran dimirin, lê mirovê wêrek, tenê carekê mirinê tehm dike. shakespeare



30.01.2021 22:42 | tîrêj zana 21

16. Heger tu " bixwazî " ew ne xeyal e. theodor herzl



20.01.2021 01:21 | tîrêj zana 21

14. Hêza berxwedana parastvanên azadiyê, ji hêza stemkaran xurtir e. malcolm x



16.01.2021 20:28 | tîrêj zana 21

9. Zana, dike. Kêmzana, şîretan dike. Nezan, rexne dike. Bêkêr, kurtepista dike.
confucius



07.01.2021 23:46 | tîrêj zana 21

7. Şêweya şaş, kujerê gotina rast e. sadî Şîrazî



05.01.2021 23:19 | tîrêj zana 21

5. Ji min re behsa dînê xwe meke. Bihêle ez wê di liv û tevgerên te de, di têkiliyên te de û di civaka te de bibînim! cory booker



04.01.2021 20:17 | tîrêj zana 21

2. Hûn tev jî dizanin ku li vî welatî pere jî, ax jî, zagon jî, fikr jî, bawerî jî... Hema her tişt ji sermayedaran re xizmetê dikin. karl marx



03.01.2021 18:20 | tîrêj zana 21

1. Gotinên navdaran yên ku wê her roj( heya ji dest hat) yek were nivîsîn an wergerandin.

Li vê gilêşgeha bêhnpêketî ku navê wê dinya ye, ji bilî hezkirina dayikê, her tişt şikdar û gûmanbar e. james joyce



02.01.2021 21:35 | tîrêj zana 21