Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [15.11.2020 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê] de;

47. Civîna ku bi kêfxweşî derbas bû. Ez û hevalekî(mêvan bû lê xwudê hez bike ewê jî bibe tirşikvan) xwe em ji bismilê hatin civînê. Berî civînê demjimarek zû hatin û me go em herin mizgefta mezin hinekî bigerin. Em ketin hewşa mizgeftê min dî remezan xoce xelkê li dora xwe civandiye û we`za dide. Werhasil me guh lê nekir û me li mizgeftê geriya û çend wêneya kişand. Tu nebê shorbevan jî li hewşa mizgeftê li xoce guhdar dike. Nêse berî civînê nîv demjimarî em çûn xanê û me ji bo civînê cih eyar kir û em lê rûniştin. Min dî camêrek bejnzirav û maskeya ber devê wî amedspor ji pêşber de tê. Min wî naskir ku ew shorbevan e. Min destê xwe lê rakir û xêrhatin tê da. Piştî em rûniştin, min dî shorbevan dibêje " hûn jî tirşikçîne ne ûsa?".Hîn were me diaxivî, min dî yûsiv li min geriya. Ew jî ji êlihê dihat û cihê civînê nas nedikir. Ez çûm pêşiya wî û min wî anî cihê civînê. Paşê kajav û rizgarm digel hevaleke jin( mêvan) beşdar bûn.

Werhasil cihê me hew hebû li ser wan maseka, xwudiyê kafeyê me xiste cihekî ûsa weke şikeftê bû. Cihekî girover û jora wê qubbe bû. Herhal berê cihê razana bazirgana bûye. Piştî hinek em rûniştin vêga simurg56 û ferhenga şikestî jî hatin. Talî jî berîvan beşdar bû.

Axir em tevde rûniştin û 2 demdank çayê me jî hatin û civat germ bû. Pêşî bi hevnasînê me destpê kir. Ji xwe min hingî peyamên shorbevan, simurg û şikestî xwendibûn kêm-zêde min zanibû kesên çawa ne. Ji xwe min wêneyê her sê ya jî dîtibû. Loma berî ku simurg û şikestî werin, kajav xwe wekî ferhenga şikestî da nasîn. Paşê min fêm kir ku ew ne ewe û min lîstika wî xera kir. Lê shorbevan jî zanibûye lê deng ji xwe dernedixist. Paşê civat germ bû. Gelemperî ferhenga şikestî, simurg û berîvan diaxivîn, me jî guhdar dikir.

Ferhenga şikestî: xwudê jê raziyo civatê xweş kir. Hama bêje tevî nivîskar û hunermenda nas dikir. Ji xwe behsa hin kesan dikir, min nizanibû ew kîne jî. Bi saya wî min asta xwe ya hunera kurdî fêr bû. Ji ber min wêneyê wî dîtibû û şîroveyên derbarê wî de yên civînên berê xwendibû, zêde lê mat nemam.

Simurg56: heç wekî ez wî 10 sal e dinasim ji min re hat. Bawerim hingî min peyamên wî xwendibûn min dizanî ku derbarê tiştan de çawa difikire. Loma jî ji min re nas dihat. Camêrek dilsoz û samîmî ye. Bi aramî û zimanek xweş diaxive. Bi axaftinê xwe ewlehiyê dide mirov.

Rizgarm: camêrek qeşeng e. Pir enerjîk û bi kêf bû. Car caran wî jî civatê xweş dikir. Dema nû hat min go qey kajav ew e.

Kajav: camêrek rûken bû. Nizanim çima lê min jî digo qey temenê wî mezintir e. Em herdû jî xwendekarê heman beşê derketin.

Yûsiv: beşdarvanê herî temenbiçûk bû. Ew jî Zêde neaxivî. Pirsên lê hatin kirin, bersivand û hew. Ji ber jêhatîbûna xwe teqdîra hemû tirşikvana stend e. Di nav ewqas dersên xwe de û nezanbûna rê dîsa jî beşdar bû. Camêrek qeşeng bû. Kêfa min gelek jê re hat. Hêviya ku em beşdarî gelek civîna bibin.

Shorbevan: camêrek bêdeng bû. Heya pirs lê nedihat kirin nediaxivî. Xwe xistibû quncikê û cixare li ser cixarê dikişand. Wî hundir di dûmanê de hiştibû* piştî em bela bûn û çûn otogara navçeyan, ji me qetiya û got ezê herim erebeya xwe, lê vê taliyê pê hesiyam me xapandiye. Çuye otogara din.

Berîvan: jineke devliken bû. Bi hatina xwe sînerjiya civînê guhert. Ji ber zêde nanivîse, di derbarê wê de tu agahiyên min tune bûn. Lê xwe gelekî da naskirin. Jineke gihaştî dixuye. Min hêvî heye şîrove û zanînên xwe li tirşikê jî bar bike.

Min gelekî ji civînê hez kir. Lê hingî telefon ji min re hatin, nehiştin xweşik ez jî beşdar bibim. 7 cara li min hatibû gerîn. Min dixwest biaxivim lê mijar pir zû diguherîn. Dîsa jî guhdarkirina tirşikvana jî xweş bû. Pêşniyarî hemû tirşikvana dikim ku bila tevlî civînekê bibin. Heya mirov hevûdû rû bi rû nebîne, li ser înternetê tenê weke nickek dixuye. Piştî ku mirov hev dibîne, bêjtir li hev germ dibe.



15.11.2020 23:17 | tîrêj zana 21

42. Civîna ku niha bi dawî bûye. Em hemu li wesayitên xwe siwar bûn û ber bi mal de diçin. Ji bo şîrove û analîzan li bende bin*



15.11.2020 18:03 | tîrêj zana 21

39. Niha ez û hevalekî xwe li xanê li qata jor em rûniştine. Li benda tirşikvana ne.



15.11.2020 13:46 | tîrêj zana 21

35. Civîna ku ezê bi hevalekî( mêvan) xwe rebeşdar bibim e. Dema civînê roja yekşemê demjimêr 14.00( piştî nîvro 2) li xana hesen paşa dê were lidarxistin.

Nîşe: li ser daxwaza tirşikvana civîn demjimarek hat paşxistin.

Nîşe2: kesên dê ji mêrdîn beşdar bibin, têkiliyê bi simurg56 re dayînin.



14.11.2020 18:39 | tîrêj zana 21

32. civîna ku ji bo mêrdînî tevlî nebin tu hincet nema ye. tirşik company dê wan bi wesayîta taybet bihire û bîne cihê civînê* li gor nûçeyên lezgîn dê nivîskarê rizgarm jî tevlî civîne bibe. ger bo nivîskara jî gûncaw be dema civînê em karin 1-1.5 demjimar paşde(dereng) bidin.



14.11.2020 11:25 ~11:26 | tîrêj zana 21

27. Civîna ku dixwazim dema wê bo herkesî gûncaw be. Lê mixabin ev yek ne pêkan e. Ger pêşniyarên hevalan tune bin, bi xêr dê roja yekşemê demjimêr 13.00an de li xana hesen paşa were li darxistin.

Nîşe: hefteya borî çûm xana hesen paşa, qata jor aram bû. Vexurekên wan jî xweş bûn. Lê dîsa dibêjim pêşniyarên tirşikvana hebin dê werin nirxandin.

Nîşe2: hevalên diçin dersxaneyê bila tevî pirtûkên xwe werin. Emê li wir dersê bidin wan*



11.11.2020 20:15 | tîrêj zana 21

23. Heya niha kesên dê beşdar bibin:

(bnr: ez)
(bnr: yûsiv)
(bnr: kajav) ( ger li amedê be)
(bnr: shorbevan) ( ger li ser axê be*)
(bnr: simurg56)
(bnr: ferhenga şikestî) ( qey)
(bnr: berijahr)
(bnr: xabûrî) ( difikire)
(bnr: merwano) (difikire)



10.11.2020 22:46 | tîrêj zana 21

20. civîna ku eşkerekirina nicka beşdarvana ne mecbûrî ye. herkes bi kêfa xwe ye. ger nivîskarek nexwaze navê xwe eşkere bike ne pirsgirêk e. ( ji xwe ezê ji axaftina wan fêm bikim bê kî kîye*) bo demjimara civînê jî ger nava rojê be çêtir e. lewra dormîşên navçe û bajaran heya 19.00eya filan heye. ger civîn bi şev be, kesên ji derûdora hatine dê li amedê bimînin. ger ji nivîskaran re jî gûncaw be, demjimêr 12.00-13.00 filan dê baş be. hem sibehê dê pir zû ranebin û hem jî dê êvarî bi wext bi mal gihên. ji bo cih jî wek hevalan gotî cihekî aram be dê baştir be.



09.11.2020 11:01 | tîrêj zana 21

17. Civîna ku heya niha tu jinê beşdarbûna xwe destnîşan nekiriye ye. Bi qasî ku zanim li gor kesên li vir nivîsîne, yên jin tune ne. Lê ev civîn bo beşdarbûna hemû tirşikvana vekirî ye.



07.11.2020 23:06 | tîrêj zana 21

13. Civîna ku divê kesên li mêrdînê jî beşdar bibin e. Wer dixuye yên dixwazin beşdar bibin ji mêrdînê gelek in. Heke ji dil bixwazin karin tev li otogarê kom bibin û bi hevre werin amedê. An yeko yeko werin jî me qebûl e. Lê civîn roja yekşemê ye û hêj ne diyar e lê wer dixuye dê demjimêrên birokî be. Bo çûn-hatina tirşikvana hêsantir be. Yanê hama bo çend demjimêra be jî vê roja dîrokî ji destnexin û werin tevlî bibin. Ji navenda mêrdîn 1,5 demjimêr û ji navçeyên wê jî 2 demjimêra filan rê heye. Ji xwe ezê jî demjimarek rê herim bo civînê. Bi min bo civîneke bi vî rengî ya ku çend salê carekî çê dibe 1-2 demjimar ne pir e. De hêj hefteyek heye, lê baş bifikirin.



06.11.2020 23:06 | tîrêj zana 21

7. Civîna ku bi min li xana hesen paşa çê bibe xweştir e. Hem cihek dîrokî û hem çay-qehwa wan xweş e. Demjimêr jî birokî be bi min çêtir e. Lewra êvarî kesên vegerin mala xwe hene.



03.11.2020 20:46 | tîrêj zana 21

4. Civîna ku bo cihê wê hêj pêşniyar nehatine. Bi min cihekî li sûrê gûncaw e. Ji xwe jibilî sûrê nizanim li amedê bigerim:(

Nîşe: @kajav, gelo tê çi wext li amedê bî?
Nîşe2: @ yûsiv, li peyamdanka xwe karî binehêrî?



01.11.2020 21:33 | tîrêj zana 21

1. civîna ku ger tirşikvan beşdar bibin, vê yekşema bê na yekşemek din dê li amedê were lidarxistin. kesên karibin beşdar bibin li vir binivîsin û bo cihê civînê pêşniyariyên wan hebin bi xêra xwe li vir binivîsin. dîrok ne teqez e. ger karê tirşikvana hebe li gor wê kare were pêşxistin an paşxistin. ji bo civînê hêj 2 hefte heye. heya wê demê amadekarî dê werin kirin. min hêvî heye ev civîn bibe weke vê 17.04.2016 civîna nivîskarên tirşikê a li stenbolê civînê û herkes pê kêfxweş û bextewar bibe.

de ji niha de ser xêrê be û mala hemû tirşikvanên dê beşdar bibin û nebin ava be.



01.11.2020 16:33 | tîrêj zana 21