Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdên ku fêhm dikin lê nikarin biaxivin] de;

3. Ew "kurdên" ku her sal hejmara wan zêde dibin in. Heke bi vê lezê bişaftin bidome emê li van kesan jî bigerin, ji ber ku derîde zarokên kurdî ne fêm dikin ne jî daxivin digihêjin. Ev edeta ku bi zaroka tirkî axaftin roj bi roj di nav kurda de berbelav dibe. Êdî bûye tişteke normal û xwezayî, kesên ji vê kiryarê aciz dibin jî nemane. Ez Bi xwe qaşo li paytexta kurdistanê me, li derdora min zarokên ji 11 salî biçûktir yê bi kurdî daxivin tune ne. Mixabin hêj hayê gelek malbatan ji vê bişaftinê tuneye. Li gor wan dibêjin " em bi zarokê xwe re bi tirkî baxivin bila li dibistanê pirsgirêka nejîn" û " paşê ji xwe dê kurdî fêr bibin" lê mixabin ne awha ye. Mirov cara pêşî bi çi zimanî mezin bibe , zimanê dayikê dibe ew. Wekî din jî zarok cihekî kurdî fêr bibe namîne. Ji xwe kurdiya dêbavên wan daxivin jî ne tu kurdî ye. Ji deh peyva yek kurdî ye û hama giş "mîş mîş" e. Herwiha dema zarok dertê kuçê zarokên din jî bi tirkî daxivin, diçe dibistanê ji xwe tirkî ye, ê ji tere bêjim televzon û telefon jî bi tirkî ne û di nava malê de jî tu bi wan re bi tirkî baxivî ev zarok dê li ku kurdî fêr bibe?

Wekî din jî yên wekî me aha bi vî zimanî daxivin jî, malbat û kesên derdora wan dibêjin " ev çi zimane, em jê fêm nakin" û " dev ji vî zimanê pîs berde" dibêjin. Hayê wan ji wan tuneye ku ew bê ziman mane. Ne tirkîka wan tirkî ye û ne jî kurdiya wan heye. Di neqebê de mane û bûne biborin guyê bişaftinê. Îja min dev ji her tiştî berda, dema di nav kurda de yek bi wê tirkîka xerabe daxive( ev kes " kurdî " dizane ha ) û hemû kurd dev ji kurdî berdidin û bi tirkî daxivin û serde jî dilê xwe dibijênin wî kesî hama ez dixwazim wê kêliyê bimrim!



11.05.2020 00:43 | tîrêj zana 21