Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ezxeyic] de;

15. Tirşikvan û twetervana kurd e. Îro tweeteke wê di hesabek instagramê ya ku 41h şopînerên wî heye, hatiye parvekirin.

Here lînkê



29.12.2020 20:34 ~20:36 | tîrêj zana 21

12. Nivîskareka tirşikê ye. Di heman demê de li gelek platformên tora civakî jî çalak bû. Lê van roja hemû hesabên xwe betal kiriye û xatir ji şopîner û dostên xwe xwestiye. Lê dibêm qey hêj twittera wê çalak e. Li instagram û twitterê min wê dişopand. Lê bêyî ku sedema wê aşkera bike xwe ji qada tekoşîn û berxwedana sîber vekişandiye. Bi qasî ku min ji parveyên wê yê twitterê yên berê fêm kir dibe ku ji ber kesên wê tacîz dikin girtibe. Lewra di tweeteka xwe de gotibû kesek bi peyaman min tacîz dike û cihê mala min jî dizane. Her ku ez navê hesabê xwe diguherînim û wî asteng dikim jî dîsa bi rêya hesabên fake tê û min dibîne. Paşê çend roj berê jî di tweeteka xwe de gotibû mirov naxwaze kesan li vê dewletê gilî bike. Lewra jî heşê xwe bi serê xwe din, min aciz nekin!

Heye ku têkiliya van buyera bi girtina hesabên wê hebin. Lê heke sedem ne ev be û jiber dilê wê ji hin kesa mabe, neheqiyê li xwe dike. Hewldana fêrbûna kurdî kiryareke pîroz e. Min hêvî heye ji bo mişkekî agir bernede kadînê.



04.08.2020 21:34 | tîrêj zana 21

2. Tirşikvana nû ye. Hatina wê bixêr e. Her wiha hatina wê serkeftina danasîna yekê gulanê ye. Li ser înstagramê şopînerê wê bûm. Hêvî dikem konê xwe ji vir barneke û li vir daîm be. Dîsa bi xêr hatiye.



04.05.2020 21:22 | tîrêj zana 21