Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [meaşên tirşikvanan] de;

27. Meaşê ku piştî biryara duh a diyarbûna mûçeya kêmanî "asgarî ucret" niza wê çiqas biguhere? Me hêvî heye ji sersalê şûnde ev zem xwe li mûçeyên me de jî bide der. Yan na bawerim wê konseya rêveberiya tirşikê bikeve tengasiyê de. Îro sendîkaya nivîskarên tirşikê yên şoreşger daxuyakirin ku bi kêmanî divê mûçeyên nivîskaran du qatê mûçeya kêmaniyê be. Yan na wê ji sersalê şûnde dest bi grev û bêitaetiya sivîl bikin.



17.12.2021 17:55 | tîrêj zana 21

7. Meaşê ku bûye sedema alozî û tevliheviyê. Di nava tirşikvana de çend agahiyên şaş digerin ku di derheqê serokatiya sendîqaya nivîskarên tirşikê de. Law wele serok ne ez im, ez jî weke we mexdûrim û li pey mafê xwe digerim. Ez jî li benda daxuyaniya berdevkê konseya rêveberiya tirşikê me ku vê aloziyê rawestîne û mafê her kesî bidê. Heke rêvebirî li ser pera runê dibe ku vebijêrka grevê jî were guftûgo kirin. Têkildar ne ezim, ji bo têkiliyê kesên belengaz dikarin raste rast ji sîmûrg56 re peyamê xwe birêkin*



08.04.2020 01:22 | tîrêj zana 21

4. Heq-desta ku ji bo nivîskarî û peyvên li ferhengê hatine zêde kirin ji aliyê konseya reveberiya tirşikê ve tê dayin e.
Her çend ji ber dereng razandina pera rêvebirî hatibe tewanbar kirin jî revebirî soz daye ku dê li ser qewlê xwe bimîne û di demeke nêz de pere digel faîza wî were razan.heçî kesê perê min bixwe, ne li vê dinyê ne jî li dinya din xêrê nabîne*



07.04.2020 20:30 | tîrêj zana 21