Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [koma wergera fîlman ya tirşikê] de;

64. Koma ku ev bû du fîlmê wê darî dikim e. Min ev car fîlmê the matrix yê ku simurg wergerandibû darî kir. Fîlm min bi îngilîsî û bi tirkî darî kiribû. Vêca min ew bi binvîsa kurdî darî kir. Bi rastî min ferqa zimanê zikmakî dît. Belkî min deh care jî li fîlm darî kiribû lê ne weke vê carê. Dema min bi kurdî darî kir ew nuansê ku zû derbas dibin jî dihate fêmkirin. Fîlm ji xwe fîlmeke xweş e û li hev honandî ye. Senaryoya wê zû bi zû nayê fêmkirin. Lê min car caran rewşa civaka me tê dît. Weke mînak:

Di derekî fîlm de digo, "matrix pergalek e, neo. Ev pergal dijminê me ye. Lê dema têdeyî, tu çi dibînî? Karmend, parêzer, mamoste.... mirovên ku em dixwazin biparêzin. Lê heta ku azad nebin, parçeyek ji pergalê ne û ev wan dike dijminê me. Divê tu fêm bikî piraniya van mirovan ji bo jêderxistinê ne amade ne. Û hinek ji wan ewqas bê hêvî ne û girêdayî ne ku ji bo pergalê biparêzin, wê şer bikin. "

Teqez ev hevok bo civaka me derbasdar e. Lewra ger em bakûr weke matrix bifikirin, yên ku hatine li tirşikê bûne nivîskar kesên azad in. Simurg morfeus e. Tabî yek ji tirşikvana jî neo ye. Wekî ku di fîlm de jî gotiye,her kes ne amadeye bo ji pergalê derê. Hin kes hingî bê hêvî û girêdayî dewletê ne, bo parastina wê karin şer jî bikin. Loma jî yên ku hêj derneketine dijminê me ne. Birastî jî kurdên ku hay ji kurdbûna xwe tune ne, dijminê me ne. Girêdayî dewletê ne û tu hêviya wan ji kurda tune ne. Heya ku li dijî kesên weke me bo pergalê biparêzin, karin şer jî bikin. Her kesek jî bo hişyarkirinê ne amade ne. Ez vê yekê li derûdora xwe bi awayekî net dibînim.

Bo werger, bi zimanekî hêsan hatibû wergerandin. Dema min dixwend, heç wekî simurg li pêşberî min fîlm werdigerîne kurdî, bi min dihat. Lê gelek çewtiyên nivîsandîn û rêzimanî hebûn. Bawerim werger bi awayekî zû, ecele hatiye kirin û paşê jî nehatiye kontrol kirin an bi ber çava neketiye. Lê dîsa jî min bi zewq darî kir. Hezar spas ji bo cenabê wergêr.



11.12.2020 02:14 | tîrêj zana 21

8. Filîmên hîn jî ez nizanim dê çawa temaşe bikim e
Ez kîjan lînkê ditikînim tiştên tewşo mewşo dertên û dikim nakim fîlm venabe an go danayê
Gelo emê çawa temaşe bikin?

(bnr: îmana me çikîya)

(bnr: amdîn lînk ver)



07.02.2020 18:23 ~18:46 | tîrêj zana 21

3. Ser xêrê be bi dilê xweşî be heke çêbibe rastî dê pir baş be
min heya niha werger nekirîye ez nizanim dê çawa çê dibe ? û çi derfet pêwîstin? û di çiqas wext de fîlmek tête wergerandin? piştî ku ez vana hîn bibim ez dê biryara xwe bidim



02.02.2020 11:35 | tîrêj zana 21