Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di tirşikê de kêmasiya niqaşan] de;

16. Kêmasî û astengek li ber pêşketin û geşbûna tirşikê ye. Wekî her platforman ferhengên înteraktîf jî piranî li ser meselê poltîk û dijber geş dibin. Wate herkes ramanê xwe di derbarê mijaran de rave dike û hewl dide yê ku dijberî wî difikire, fikra wî biguherîne. Loma jî xwesteka nivîsandin û bersivandinê( li gorî formatê) çê dibe. Lê wekî li jor jî hatiye gotin ji zûde ye niqaşên dijwar li tirşikê çênebûne. Bawerim ev yek girêdayî lokalbûn û welatparêziya tirşikê ye. Ji xwe herçî ê hatiye li tirşikê dinivîse heya astekê hezkirina welêt di dilê wî de heye. Loma jî di mijarên li ser ewlehî û başiya netew de herkes di heman fikrî de ye. Gelemperî niqaşên dertên jî li ser olan e. Lewra di tirşikê de kesên ji baweriyên cûda de hene. Heya ku yên nebawer jî hene. Ji ber wê çendê fikr û ramanên dijber dertên holê. Heya ku ew niqaşên di navbera bisilman û ateîstan de dertên digihê heya asta sixêf û dijûna jî. Talî ev niqaş bi xeyda çend nivîskara bi dawî dibin.



30.09.2020 23:55 | tîrêj zana 21