20. Fenomenek kurd yê tora civakî ye. Ji zûde ye Li ser înstagramê wî dişopînim ku îroj rastî vîdeoyek wî hatim. Min lê darî kir û paşê ferq kir ku kenê min bi wî nayê. Heya li ser ponijîm ku tu car bi wî nekeniyame. Lê bawerim ji bo piştgiriyê min wî dişopand. Ji nişka ve fikra derketina ji şopa wî hat heşê min, yekser ji şopa wî derketim û min nihêrî înstagram hişyariyek weha dide " derdora 20 hesabên heman tîpê dişopînî" min berê xwe da wan hesaban, ew jî yên dîroka kurdî, kovar û rojname bûn. Ez ji şopa nêzîkî 10 hesaba derketim. |
|
13.06.2021 18:58 |
tîrêj zana 21
|