Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zanîngeha rojava] de;

6. Bi riya înternetê konferansek bi noam chomsky re çêkirine û li ser kenala xwe ya youtubeyê weşandine. Konferans bi îngilîsî ye û werger jî tune ye. Bi saya vê konferansê endamê kanala wan nêzî hezarî zêde bûn û ji 10 hezaran bêhtir kes lê darî kiriye.








Edît:



16.01.2021 20:25 ~2021.01.17 00:36 | tîrêj zana 21

4. Zaningeha dîwarên wê bi wêneyên pêşewê kurd hatiye xemilandin. Wêneyê celadet alî bedirxan, apo, cegerxwîn, osman sebrî, kamuran alî bedirxan, qasimlo, ehmedê xanî, feqêteyran, qazi mihemed û hwd. Li hemu derên zanîngehê hatine daliqandin.car caran mirov dikarê helbestên ehmedê xanî û cegerxwîn jî li ser dîwara bibîne.
Li vê zanîngehê sala borî xwendekar yekem car derçûn. Niha zimanê perwerdê erebî û kurdî tevlîhev e. Lê sala bê dê bi temamî bibe kurdî ji ber sala bê dê xwendevanên ji dibistanên amadeyî yên tev-dem ê de derbiçin.
Zanîngeha rojava û zanîngeha silêmaniyê peymana biratîye îmze kirine û wekî din jî bi zaningeha fransa sorbon û zaningeha emerîqa kalîforniya ve peymana hevudu nasînê îmze kirin e.
Ji ber tûnebûna aqademîsyena piraniya mamosteyan mezunê lîsansê ne. Û hinek beş jî bêyî ezmûn xwendekara distîne.mînak beşa jineolojî bêyî ezmûn û bawernameyê xwendekar distîne. Lê beşên din li gor puanê bawernameya amadeyî xwendekaran dipejirîne.
Zanîngeh ji bo xwendekarên efrîn ,serêkaniyê,girê spî jî xewgeh ava kirine. Raketin û xwarina xwendekaran bêmîze ye û ji bo debara xwendekaran burs jî tête dayîn. Lê kesê mala wan 50 km nêzî zaningehê bin nikarin li xewgeha bimînin. Lê ji bo van xwendekaran jî servîs hatine amadekirin.
Li zaningehê beşên endezyariya çandinî, endezyariya petrol, petrokîmya, ziman û wêjeya kurdî, jineolojî hene. Zanîngeh piştî derçûna xwendekaran ji xwendekaran re kar jî dibîne . Têkiliya xwendekar û karmenda bi hev re çêdike.

Edît: rastnivîs



14.03.2020 14:58 ~15:03 | tîrêj zana 21

2. Zanîngeha ku di sala 2016 an de li qamişlo vebûye
Zimanê perwerdê kurdî, erebî ye. Heta niha gelek fakulte vebûne û xwendekarên pêşî dêrçûne.

Malpera zanîngehê: Here lînkê



04.02.2020 14:48 ~2021.06.21 00:05 | tîrêj zana 21