Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sedema navên tirşikvanan] de;

16. çi çîrokek navê minî dirêj tune ye. berî bi tirşikê bihesim dema min biryar da ku êdî ezê li ser înternetê bi kurdî binivîsim, fikra hilbijartina navek kurdî ket bîra min. herçî navê têde tîpa 'j' hebe, ji min re xweş dihat. min navê 'tîrêj' bihîstibû. lê bawerim di bin bandora kanûna paşnava de mabûm, ji loma divê min paşnavek jî hilbijarta. ji zanîn û fêrbûnê hez dikim. ji loma paşnavê 'zana' ji min re gûncaw bû.

meseleya plakaya, ji bin serê simurg derket. berî xwe li tirşikê tomar bikim, min gelek wext tenê nivîsan dixwend. ji xwe domînantbûna nivîsên simurg li tirşikê aşkera ye. ji her 10 peyama carek, mirov li peyamên wî rast tê. min dî ew û brûsk plakaya sêrtê bi navê xwe zeliqandine. hinek plakaya colemêrgê bi navê xwe zeliqandine. ez xwe jê kêm dihêlim? min jî bo dengê amedê bilind bikim, plakaya '21' bi xwe nezeliqand lê pêve kir.



25.02.2021 13:02 | tîrêj zana 21