Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zarokên ku serê sibehê ji xew radibin û li xêzefîlman temaşe dikin] de;

12. Bawer dikim zêde nemane.. ji ber derketina înternetê û vebûna qenalên timî xêzefîlma derdixin, êdî zarok ji bo catrona serê sibehê zû şiyar nabin.

Lê dema zarok bûm min jî serê sibehê zû radibû. Rojên zivistanê, demjimar 6-7 a de şiyardibûm û diketim binê televzonê. Paşê yeko yeko li qenala digeeiyam heya li tom and jerry an jî ew xêzefîlma kîsoyên nînja rast bihatama.

Ew dem xweş bû. Derdor bê deng û xalî bû. Deng ji kesî dernediket. Tav hêj neavêtibû. Hewa piçek cemidî bû, min lingê xwe dixist binê lihêfê û jora min ji derve bû.heya demjimar dibû 8 ez wer li ber televzonê dirêjkirî dimam. Zarokên niha nizanim çi dikin...



10.06.2020 09:34 | tîrêj zana 21